Cenazeyê Çapa piştî per ji Nexweşxaneya Lêkolînê ya Turgut Ozal hate girtin anîn Amedê. Cenaze di ketina Amedê de ji aliyê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyd Zumrut, rêveberên BDP'ê, rêveberên MEYA-DER'ê yên Amedê, Tum Bel-Sen'ê û gelek welatiyan ve bi sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê Cenazeyê bi konvoyekî ber bi Çinarê ve derxistin rê. Konvoya Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Çapa di rê de rastî eleqeye gelê ser riyê hatin.
Dengê çekan bilind bûn!
Cenazeyê Çapa di ketina gundê Xanika Jor bi slogana "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê darbest Çapa bi alên kesk, sor û zer hate pêşandin û li ser milan birin mizgeftê. Piştî vecîbeyên olî bi cih hatin anîn girseyê sruda "Çerxa çoreşe" xwend. Cenaze piştî nimêjê ji aliyê girseyê ve hate girtin û bi meşê birin goristana Gund. Di meşê de posterên Çapa û hevalê wî yê di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest da Fîruz Brukîmadlu (Akîf Afrîn) hatin vekirin. Di meşê de girseyê dema slogana "Şehîd namirin" berz kirin li çiyayan dengên çekan hatin bihîstin. Di merasîma cenaze de sloganên "Şehîd namirin", "Ey şehîd riya te riya me ye", "Qatîl Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Cenazeyê Çapa bi sloganan hate definkirin.
Piştî karên veşartinê Seroka Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Leyla Ayaz axaftineke kin kir û ser saxî li malbatê û hemû gelê Kurd da. Ayaz, diyar kir ku HPG'iyan bi têkoşîneke hemba ya li Şemzînan kontrol bi dest xist. Ayaz, anî ziman ku kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan wê her tim wan bi bîr bînin û di riya wan de bimeşin.
'Li hemberî polîtîkayên îmhayê bû'
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî diyar kir ku di şerê 30 salan de bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Zumrut, anî ziman ku ew dixwazin êdî ev şer bi dawî bibe û ji bo vê yekê têkoşînê didin. Zumrut, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê û Serokwezîrê Tirk Erdogan di şer û mirinan de israr dikin. Zumrut, da zanîn ku berpirsiyarê êşên tên jiyîn hikûmeta AKP'ê ye û wiha got: "Polîtîkayên şer ên îro hikûmeta AKP'ê dimeşînin dewletê Tirk 30 salan berdewam kir. Çawa ku kesên polîtîkayên şer meşandin encam negirtin AKP jî nagire. Heval Murat ji ber li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê derket jiyana xwe ji dest da."
Piştî axaftinan girseyê sruda "Çerxa çoreşe" xwend û girseyê konê şînê yê li gund ziyaret ki. Konê şinê yê ji bo Çapa hate vekirin dê 3 rojan vekirî be.
DÎHA/AMED
Canezeyê Aggoz hate wergirtin
Li navçeya Ezînê ya Hatayê di 13'yê Tebaxê de HPG'ê li dijî navenda polîsan çalakiyek li dar xist. Malbata Aggoz cenazeyê kurê xwe li ji Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê wergirt. Birayên Aggoz Osman û Ersîn Aggoz per serê sibê çûn Edeneyê û bi Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Osman Kara, Serokê Rêxistina BDP'ê Ugur Bayrak û xizmên xwe serî li Saziya Tipa Edlî dan. Birayên ji bo teşhîsê çûn morgê cenazeyê Aggoz teşhîs kir. Ersîn Aggoz, diyar kir ku wan cenazeyê birayê xwe ji diranan teşhîs kir û wiha got: "Em îro hatin vir. Di 13'yê Tebaxê de di navbera leşker û gerîlayan de pevçûn derketibû. Birayê min di wê pevçûnê de bi giranî birîndar bibû. Li gorî agahiyên me ji nûçeyan girtin hevalên wî mudaxele lê kiribûn lê xelas nekirin. Ez bêjin cenazeyê wî li Çiyayên Amanosê mabû. Leşker çûn ew anîn. Em jî ji bo wê hatin vir. Ji ber ku cenaze li ber rojê mabû nedihate teşhiskirin. Ji me mînaka xwînê girtin. Ji bo testa DNA'yê. Em dê cenazeyê xwe girtin û birin Erziromê.”
Aggoz, destnîşan kir ku heke encama testa DNA'yê neyînî derbikeve dê cenaze ji wan careke din bixwazin. Aggoz, da zanîn ku ew dê cenaze li mezraya Teco ya gundê Kirgindere ya navçeya Gogsiyê ya Erziromê defin bikin. Cenazeyê Aggos bi slogana “Şehîd namirin” hat bi rêkirin.