Cenazeyê Endamê HPG'ê Mahmut Mîntaş (Agît Amed) ê ku di êrîşa li dijî Qereqola Duru ya navçeya Lîce ya Amedê jiyana xwe ji dest da duh ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatibû wergirtin û di ketina Amedê de ji ailyê hezaran kesan ve hatibû pêşwazîkirin. Serê sibê jî Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, TUHAD-DER, rêveberên BDP'ê yên Amedê û bi hezaran kes li baxçeyê Goristana Yenîkoyê kombûn. Piştî cenazeyê Mîntaş hate şiştun malbatê destên wî henê kirin. Girseyê wêneyên HPG'î Mîntaş û Yusuf Bulbul ê ku di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê vekirin û sloganên "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vir e", "Ey şehîd riya te riya me ye" û "Tekoşin berxwedan riya me riya şehîdan" berz kirin.  Piştî vecîbeyên olî hatin bicih û nimêja cenaze hate kirin darbersta bi alên PKK'ê hate pêçandin girseyê girt û xwestin bi meşê bibin goristanan. Polîsan bi wezayîtên zirxî û TOMA'yan barîkat danîn û xwestin meşê asteng bikin. Li ser vê yekê malbata Mîntaş ji polîsan re got, "Hûn çi dikin em dê di vê rê de bimeşin. Hûn jî werin asting bikin." û meşa xwe berdewam kirin. Li ser vê yekê polîsan bi ava şid mudaxele li girseyê kir û girseyê ji bi keviran bersiva polîsan da. Piştî rageşiyekî kin polîsan ji ber girseya bi biryar rê vekir. Di meşê de sloganan "Şehîd namirin" hate berzkirin. Cenazeyê HGP'î Mîntaş li goristanê bi sloganan hate definkirin. Piştî rêzgirtinê dayîka Mîntaş tîlîlî kêşînd û got, "Egîdê min, şervanê min"
Pişt re Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axaftine kin kir û mudaxeleya polîsan a li dijî cenaze şermezar kir û wiha got: "Wan ji bo azadiya gelê Kurd mirin da ber çavên xwe. Zilma li hemberî gelê Kurd qebûl nekirin. Lê zilim û faşîzma AKP'ê berdewam dike. Tehemûla wan a li hemberî cenazeyan jî tuneye."
Piştî axaftinê girse bi çepîk û tîlîliyan çû Mala Şînê ya Hazroyê. 

AMED