Cenazeyê Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê û Fermandarê Herêma Amedê Ertem Karabulut (Numan Amed) ê ku di 31'ê kanuna 2012'an de li navçeya Liceyê ya Amedê bi 9 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da pêr ji aliyê malbatê ve ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletî hat wergirtin û ber bi Amedê ve derxist rê. Cenazeyê Karabulut diketina Amedê de li Herêma Dogu Petrolê ji aliyê polîsan ve hate rawestadin. Polîsan bi gelek wesayîtên zirxî barîkat danîn û xwestin cenaze li ser riya kevin a Amedê bibin Bîsmîlê. Di navbera polîs û girseyê de ji ber vê yekê rageşî derket. Pişt re girseyê rêya Erxanî û Amedê ji trafîkê re girtin. Li ser vê yekê polîsan barîkat rakir û konvoya cenaze ber bi Bîsmîlê ve bi rê ket. Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Seroka Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Leyla Ayaz, Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu, Şaredara Lîceyê Fîkriye Aytîn, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan û bi sedan wesayîtên din tevlî konvoyê bûn. Dema konvoya cenaze di rê de derbas dibû welatiyan li ser riyê bi sloana "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin.  Konvoya cenaze li Bîsmîlê ji aliyê hezaran kesan ve bi fişekên hewayî hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Karabulut li vir demeke kin hate sekinandin û girseya di demek kin de zêdehî 10 hezaran derbasbû.


Komkujî nayên qebûlkirin

Pişt re Nûnerê MEYA-DER'ê yê Farqînê Mustafa Kurt axivî û sersaxî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd da û diyar kir ku ewê tim di riya kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bimeşin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî diyar kirk u gelê Kurd teqez dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernade û wiha got: "Dewlet ji zarokên Kurdan ditirse. Dewletê li Lîceyê bi rêbazên dijmirovahî ciwanên Kurd qetilkirin. Ji ber ku ew ji wêrekiya ciwanên Kurd ditirsin. Ji ber vê yekê bi riyên dijmirovahî û bi çekên kîmyevî ciwanên Kurd qetilkirin. Heke bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin muhatabê wê Birêz Abdullah Ocalan e."

Muzakere û têkoşîn

Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî axivî û wiha got: "Di şerê 30'an de nêzî 50 hezar ciwanan jiyana xwe ji dest da. Kesên vî welatî rêvedibin mafên Kurdan gasp dikin û zilm û zordariyê pêk tînin. Ligel vê yekê êşên Kurdan fêmnakin. Kesên vî welatî rêvedibin li aliyekî hêviyan didin Kurdan û li aliyek jî li hemberî Kurdan zilmê pêk tînin. Li aliyekî dibêjin em dê pirsgirêka Kurd çareser bikin li aliyê din çalakiyên provokatîf dikin. Hikûmeta AKP'ê dibêje, 'Emê li aliyekî muzakereyan bikin li aliyekî jî têkoşînê bikin' operasyonan rewa dike. Em li vir hikûmeta AKP'ê hişyar dikin. Ev yek provokasyon e. Heke hûn Farqînê di pêvajoya aştiyê de weke provokasyonê bibînin, îro Lîce û Parîs jî provokasyon in. Kesên çareseriyê û aştiyê nexwazin dibe sedema van mirinan."

'Peywira me ji şunda dest pê dike'

Tuncel, diyar kir ku ew weke BDP hevdîtinên bi Ocalan re hatin destpêkirin girîng dibînin û divê vegerên muzakereyê û wiha axivî: "Em dibêjin divê di vê diyalogê de samîmî bin. Dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin. Kurd ji bo azadiya xwe bi hêz têkoşîna xwe dikin. Bedelê wê çibe dê bidin. Gelê Kurd teqez dê azadiya xwe bidest bixe. Ziman û nasnameya xwe dê bi azad bijî. Zarokên me dê azad bin. Bila hemû kes bizane. Em di şexsê Numan heval de li vir soz didin hemû hevalan. Têkoşîna we têkoşîna me ye. We dest ji her tiştî berde û ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn da û gelek tişt qezenc kirin. Peywira me ya serek şunda dest pê dike. Pêvajoya li pêşya me pêvajoyî zor e. Em ji her demê bêtir nêzîkî azadiyê ne."
Bavê Karabulut M. Alî Karabulut jî wiha got: "Kesên gelê Kurdistanê û Kurdîstanê nasnekin bila îro ji vê yekê derst bigirin. Gelê Kurd dest ji şehîd û rûmeta xwe dest bernadin. Em dê di riya zarokê xwe de bimeşin." Pişt re girse ji goristanê veqetiya.

DÎHA/AMED




Cenaze li bejahiyê têne rawestandin

Hate ragihandin ku, 13 gerîlayên HPG’ê yên tê gotin di bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dane, li bejahiya yê nêzî qereqola leşkerî têne girtin.
Hate ragihandin ku, cenazeyê 13 gerîlayên HPG’ê yên tê gotin di bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê de di pevçûan 07’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest dane, li nêzî qereqola leşkerî ya Serlatê tên girtin. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Seîd Çaglayan ku bi Dozgeriya Komarê ya Çelê re hevdîtin pêkanî û diyarkir ku, dozger gotiye, cenaze li bejahiyê tên girtin.
Çaglayan got; “Me têkildarî mijarê bi dozgerê Çelê re hevdîtin pêkanî. Dozger ji me re got, li ser xala sifir ya sînor 13 cenaze tên girtin. Da diyarkirin ku, ji ber sedema rewşa hewayê nikarin cenazeyan bigirin, lê belê ger şert û merc dest bidin dê îro yan jî sibê cenazeyan ji bejahiyê bigirin û bişînin Meletiyê. Çaglayan destnîşan kir ku, dozger got weke din cenazeyek din heye lê belê ew ne li gel her 13 cenazeyên dine.

 COLEMÊRG