
Ji 15 gerîllayên jin ku li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane, cenazeyê 7 gerîllayan li Semsûr, Colemêrg, Sêrt, Amed, Batman û Wanê bi merasîmên girseyî hatin veşartin.
Cenazeyê 15 gerîllayên Jin ku di şerê di navbera bejahiya Bedlîs û Sêrtê de jiyana xwe ji dest dane, cenazeyê 7 gerîllayên din hate veşartin. Gerîllaya HPG Bedrîye Akti û Ozlem Atsak (Ronahî Dersîm) li Wanê, Asuman Mucel (Viyan Dîrok) li Amedê, Selma Avci(Berfîn Rozerîn) li Batmanê, Perîhan Parlak(Berîvan Semsûr) li Semsûrê, Şukran Îmaç (Mizgîn Garzan) li Sêrtê hatin veşartin. Di merasîmên cenazeyan de soza xurtkirina têkoşîn û berxwedanê hate dayîn.
Cenazeyên gerîllayên HPG'ê Bedriye Aktî, Ozlem Atsak (Ronahî Dersîm) û Meyaser Orbay (Diljîn Cîlo) duh ji aliyê malbatan ve hatin girtin û di saetên êvarê de anîn navçeya Tetwanê ya Bedlîsê. Cenazeyên 3 gerîllayên HPG'ê piştî wecîbeyên olî, ber bi Wanê ve bi rê kirin. Cenazeyê 3 gerîllayên jin li ser rêya Colemêrgê tevî rêveberên BDP û MEYA-DER'ê ji aliyê girseyeke qelabalix ve hate pêşwazîkirin. Paşê cenazeyê gerîlla Meyaser Orbay ber bi Geverê ve bi rê kirin.
Li Geverê bi hezaran Meyaser Orbay bi oxir kirin
Ji bo gerîllaya HPGê Meyaser Orbay (Diljîn Cîlo) jî li navçeya Colemêrgê Geverê merasîma cenazeyê pêk hat. Qasî 40 hezar kesî tevlî merasîma cenazeyê bû.
Cenazeyê Orbay li Geverê tevî dayîkên aştiyê KESK, Kurdî-Der, MEYA-DER, DÎSK û gelek rêxistinên civaka sivîl, ji aliyê dehhezaran ve hate pêşwazîkirin.
Paşê jinan cenazeyê Orbay hilgirt û girseyê bi sloganên ´Şehîd Namirin´ dest bi meşê kir û birin mizgeftê. Li mizgetfê piştî rêzgirtinê, girseyê bi meşekê ber bi gorîstanê ve kasî 4 kîlometroyan meşiya. Di meşê de bê navber slogana "Qatil Erdogan" hate gotin û li dijî operasyonan û polîtîkaya şer nerazîbûn hate nîşandan. Li gorîstanê 40 hezar kesî bi sloganan cenazeyê Meyaser Orbay veşart.
Di axaftinan de banga hevdîtinan
Ji rêveberên MEYA-DERê Omer Çarkin di merasîmê de axivî û diyar kir ku ti hêz nikare pêşî li têkoşîn û berxwedana gelê kurd bigire. Serokê BDPê yê Gevê Rustem Demîr jî bang li hikûmetê kir ku dev ji rêbazên şer berde û ji bo aştiyek mayînde dest bi hevdîtinan bike.
Xwişka Meyaser Orbey Meryem Guzel jî di axaftina xwe de ji gelê kurd re sersaxî xwest. Piştî merasîmê girseyê bi sloganan dîsa dest bi meşê kir. Lê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kir. Girseyê jî bi molotof û keviran bersîv dan êrîşan.
Li Wanê cenazeyê gerîlla Bedrîye Akti û Ozlem Atsak
Cenazeyên endamên HPG'ê Bedriye Aktî û Ozlem Atsak jî anîn taxa Selîmbeyê ya Wanê. Cenazeyê Akti ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de pankrata wêneyên 15 endamên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan hate vekirin. Piştî meşê cenazeyê gerîllaya HPGê li goristana Selîmbey hate veşartin.
Di axaftinan de banga çareseriyê
Serokê Şaxa MEYA-DER'ê Îbrahîm Alkan li goristanê axivî û diyar kir ku gelê kurd kesên di têkoşîna bi rûmet de jiyana xwe ji dest didin tu caran ji bîrnakin. Li ser navê jinan jî Endama Meclîsa Şaredariyê Yildiz Çetîn jî diyar kir ku di şer de dayîkên kurt û tirk gelek zarokên xwe winda kirine û anî ziman ku bi kuştina kurdan tu tişt nayê çareserkirin. Piştî cenazeyê gerîlla Bedriye Akti hate veşartin, cenazeyê gerîlla Ozlem Atsak (Ronahî Dersîm) jî bi konvoyekî qelebalik ber bi gundê Teqîzê yê navçeya Ebexê ya Wanê ve bi rê xistin.
Bi hezaran Ozlem Atsak bi rê kirin
Gerîllaya HPGê Ozlem Atsak((Ronahi Dersim) jî li navçeya Wan Çarderanê ji aliyê hezaran ve hate veşartin.
Karwana cenazeyê li ser rêya Erdîşê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Tevî rêveberên BDP´ê û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê bi hezaran kes tevlî merasîma cenazeyê bûn. Paşê cenaze li Çarderanê hate pêşwazîkirin û girseyê ber bi gundê Tazîzê ve bi rê kir.
Li gund jinan bi tililiyan cenaze pêşwazîkirin û darbesta wê bi ala PKKê pêçan. Piştî meş û sloganan cenazeyê Atsak li gorîstana gund hate veşartin.
Di axaftinên merasîmê de Seroka Meclîsa Giştî ya Wanê Semîra Varli diyar kir ku ewê xwedî li têkoşîna gerîllayên jin derbikevin. Dayîka Atsak Zeytun Atsak jî ji bo aştî pêk were û şer bi dawî bibe bang kir û got "Ew şehîda hemû Kurdistanê ye."
Li Êlihê bi deh hezaran Selma Avci bi rê kir
Ji bo gerîllaya HPG'ê Selam Avci (Berfîn Rozerîn) jî li Batmanê merasîmeke girseyî pêk hat. Karwana cenazeyê pêr bi şev ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Doh jî bi deh hezaran kesî cenazeyê gerîlla Avci ji morga mizgeftê hilgirtin û bi meşeke mezin birin gorîstana Yavuzselîmê. Parlamentera BDP Ayla Akat Ata, rêveberên BDP û MEYA-DER'ê jî tevlî merasîma cenazeyê bûn.Cenazeyê Avci li gorîstanê bi sloganan hate veşartin.
´Bi zilmê serketin nabe´
Parlemtera Êlihê Ayla Akat Ata di merasîmê de axivî û got: "Bila kesên fermana operasyonê dabin baş zanibin ku şehadeta 15 gerilayên jin heye, lê li pişt vê rastiyê jî rastiyek din heye. Li pişt vê şehadetê rastiya zulmê heye. Rastiya fermana operasyonê heye. Bila her kes baş zanibin ku kesên zulim kiribin negihiştine armanca xwe. Li pişt vê rastiyê berxwedana gel a bi rûmet heye."
Dayika endama HPG'ê Selma Avci Atiye Avci jî di axaftina xwe de got: "Keça min şehîda kurdistanê ye." Bav Muhyettin Avci jî xwest serê gelê kurd sax be û wiha got: "Emê di rêça şehîtên xwe de bimeşin."
Li Amedê ji bo Asuman Mucela merasîm
Cenazeyê gerîllaya HPG'ê Asuman Mucela (Viyan Dîrok) jî li gundê Mîreliya navça Farqîna Amedê hat veşartin. Şevê din karwane cenazeyê ya ji 500 wesayîtan li gund bi sloganan hate pêşwazîkirin. Darbesta Mucela bi ala KCK'ê pêçandin û bi meş û sloganan birin goristana gund. Di merasîmê de bavê gerîlla Mucel, Sofî Medenî Mucel helbesta bi navê "Amed" xwend.
Piştî meşê Mucel li ber dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hat veşartin. Girsê piştre ji bo kesên ku di têkoşîan demokrasiyê de jiyana xwe jidest dane rêz hat girt û sirûda "çerxa şoreşê" hat xwendin.
´Guh bide van ciwan û vî gelî´
Piştre bavê gerîlla Asuman Mucel axivî û bang li Erdogan kir û got: "Gelê kurd ketiye demsala nû. Gelê kurd kuştin, komkujî, cudakariya çîn, nijad û mezhebê naxwaze. Yekitî, wekhevî, heq û hiqûqê dixwaze. Dewleta Dehaq nekarî gelê kurd tune bike, ma tu wê tune bikî. Guh bide van ciwan û vî gelî."
Pişre Dayîka Mucel Kudret Mucel jî diyar kir ku ji ber sekoşîna keça xwe serbilind e.
Zana:Li ber zilmê me sitû netewand
Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana jî di merasîmê de axivî û weha got: "Bedewa min, çavreşa gelê min, tu nasnameya vî gelî bûyî, piştre jî bûyî gula Kurdistanê. Me tu caran li hemberî zilmkaran stûyê xwe xwar nekir, em ê xwar nekin jî. Bi hezaran salan e ne karîn me xilas bikin, wê nekaribin jî."
Perîhan Parlak li Semsûrê hate veşartin
Cenazeyê gerîllaya HPG'ê Perîhan Parlak (Berîvan Semsur) jî li bajaroka Bulamê ya Semsurê bi girseyî hate definkirin. Dema cenaze birin Bulamê, tevî Rêxistina BDP'ê ya Semsurê, rêveberên MEYA-DER'ê û bi hezaran kesan cenazeyê Parlak pêşwezî kir. Bi hezaran kesî cenazeyê Parlak bi sloganên "Şehîd namirin" birin goristanê. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Parlak li Goristana Kurudereyê hate definkirin.
Bi şer çareserî nabe
Di merasîmê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Semsurê Mehmet Varol axaftinek kir û diyar kir ku dewletê bi operasyonan berseva daxwazên kurdan ên aştiyê dan û wiha got: "Pirsgirêka kurd bi kuştina mirovan çareser nabe. Divê ji bo çareseriyê muzakere dest pê bikin."
Rêveberê MEYA-DER'ê yê Amedê Medenî Aktar jî wiha bang li Serokwezrî Erdogan kir: "15 HPG'iyan bi helîkopteran qetil bike pişt re behsa îslamiyetê bike. Tu bi kuştinê nagihijî armanca xwe."
Xalê Endama HPG'ê Parlak Kazim Çaglayan jî wiha got: "Ev der welatê me Kurdistan e. Bav û bapîrên min li ser vê axê jin. Hun bixwazin û nexwazin ev der welatê me ye û Kurdistan e."
Li Sêrtê ji bo Sukran Îmaç merasîma girseyî
Cenazeyê gerîllaya HPG'ê Şukran Îmaç (Mizgin Garzan) jî li Sêrtê bi girseyî hate definkirin. Malbata Enama HPG'ê Şukran Îmaç (Mizgin Garzan) duh piştî cenazeyê keça xwe ji saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin anîn Sêrtê. Cenazeyê endama HPG'ê Îmaç, di ketina bajarê Sêrtê de ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Tevî rêbeverên BDP, MEYA-DER, TUHAD-DER, ÎHD bi hezaran kes tevlî merasîma cenazeyê bûn. Piştî wecîbeyên olî, bi meş û sloganan cenazeyê Îmaç birin Gorîstana Zevyê ya bajêr. Cenazeyê Şukran Îmaç bi sloganan hate veşartin.
´Li dijî înkarê kurd wê têbikoşin´
Piştî definkirina cenaze Hevserokê BDP'a Sêrtê Seraceddin Kayran, anî ziman ku ciwanên kurd ji bo mafê gelê kurd ê azadî û wekheviyê canê xwe feda dikin û wiha got: "Dewlet bi polîtîkayên înkar, îmha û kuştinê bersîvê dide gelê kurd. Kurd êdî van polîtîkayan qebûl nake û wê li dijî vê yekê têbikoşe. Gelê kurd dê li dijî polîtîkayên înkarê têbikoşe. " Ji bo gerîllaya HPG'ê Îmaç li taxa Ulusê li qada Şeyh Mahmut konê sersaxiyê hate vedan.
NAVENDA NÛÇEYAN
Nîşaneyên qerekolê zêde dibin
Birayê Îsmail Akin ê ku li gel keça xwe ya 10 salî Elîf Akin hate qetilkirin, Şerîf Akin, diyar kir ku Qereqola Cendirmeyan a Herbê bang li wî kiriye û krokiya ku Îsmaîl û Elîf lê hatin qetilkirin nîşanî wî dane. Akin da ku qereqol heta niha ti lêkolîn nekiriye, lê tevî vê yekê ji ber di destê qeraqolê de krokî heye bi şik û guman e.
Di 26'ê adarê de li gundê Habîsê yê Bajaroka Stilîlê ya navçeyaMêrdînê Nisêbinê şivanê 62 salî Îsmaîl Akin û keça wî Elîf Akin a 10 salî ji aliyê kesên nediyar ve bi guleyan hatibûn kuştin. Heyeta ÎHD'ê û Baroya Mêrdînê li cihê bûyerê ku 2 kilometre dûrî qereqola cendirmeyan a Herbê ye, lêkolîn kir û rapor amade kir.
Di dewsa kujêran de birayê wî lêpirsîn kirin
Qereqola Cendirmeyan a Herbê li ser êrîşê, bang li birayê Îsmail Akin Şerîf Akin kir. Şerîf Akin, anî ziman ku qereqolê ji bo agahiyê ji wî bixwazin bang li wî kirin û piştî ku çû qereqolê Fermandarê Cendirmeyan ew xistine nava lêpirsînê. Akin, anî ziman ku fermandarê qereqolê ji wî xwestiye ku bûyerê berfirehî bêje û wiha got: "Kuştin 2 kîlometre li dûrî qereqolê pêk hat. Derfeta qereqolê hebû ku lêkolîn bike. Min ji fermandar re got 'qereqola te leşkerê te, tîmên te yên taybet ên perwerdekirî heye û bûyer li sînorê te pêk hatiye. Lê tu radibe bang li min dike û agahiyan ji min dixwaze."
Kamera dîsa girtî bûn!
Şerîf Akin diyar ku ku kamerayên termal ku 10 kîlometre dûrî qereqolê agahiyan kom dikin çawa dibe ku 2 kîlometreyan nikare agahiyan kom bike û got, "Ev ne mimkûn e." Akin, destnîşan kir ku Fermandarê Qereqolê ji wî re gotiye kamerayên terman bi rojê nakişînin.
Akin, anî ziman ku cihê bûyerê ji aliyê qereqolê ve pir zelal û aşkere tê dîtin û wiha got: "Keya li gel min li Fermandar geriya. Fermandar nedixwest cenaze ji erdê bê rakirin. Em li qereqola Stililê geriyan. Wan ji got bila cenaze li erdê bimîne. Bi zanebûn heta şeve cenaze hiştin. Xwestin ku cenaze bihêlin şevê û lîstikan li pêş me çêkin. Piştî bû şev jî hîn jî qereqolê û dozgeriyê keşîf nekiribûn. Min ji fermandaran pirsî 'Hûn çima keşîfê nakin?' Bûyer li qada qereqolê pêk hat, lê heta şevê lêkolîn û keşîf nekirin. Gelo berê agahiya qereqolê ji bûyerê hebû û ji ber wê zû mudaxale nekirin?"
Krokiya êrîşê li qereqolê derket
Akin, destnîşan kir ku qereqolê diyar kiriye ku kamerayan qeyd nekiriye û dimen nehatine komkirin. Akin, destîşan kir ku çi dibe bila bibe divê bûyer ronî bibe û bê lêkolînkirin. Akin diyar kir ku ew bi şik û guman e û destnîşan kir ku çawa dibe ku hem li cihê bûyerê keşif nehatiye kirin, hem jî krokiya cihê bûyerê di destê wan de heye.
DÎHA/MÊRDÎN