Hunermend Ciwan Hesen li ser berxwedana Efrînê û vegera wê stranek bi navê “Lo lo welato” çêkir.

Stran ji aliyê hunermend Ciwan Hesen û derhêner û endamê Komîna Rojava ya filman Mihyedîn Arsalan ve beriya 2 mehan hat amadekirin.

Gotinên stranê der barê welatiyekî ji Efrînê de ne ku ji warê xwe derketiye, li hêviya vegera li Efrînê ye û helbet hêviya wî ya herî bi hewas jî derxistina dagirkeran ji xaka wan e.  Stran pêr li Kampa Serdem hate qeydkirin. Tê payîn ku stran di demeke kurt de were belavkirin.

 

 ANHA / ŞEHBA