Bi sedan hezkirî, heval û hogirên Daimi Bektaş ku di nav wan de hunermend, siyasetmedar û ji her aliyên Kurdistanê gelek kes hebûn beşdarî li merasima cenazeyê Bektaş kirin. Di merasîma ku li Cemxaneya Berlînê hate lidarxistin de li ser dawxaz û wesiyeta Daimi Bektaş tevahiya gotin, dua û stranên şînî bi zaravayê Kirmanckî hatin gotin.
Nivîskar Munzur Çem li ser welathezî û nemaze evîna wî ya ji bo zaravayê Kirmanckî sekinî û wiha got: Me birayekî hêja, şoreşgerekî welatperwer û mîlîtanekî zaravayê Kirmanckî wenda kir. Bila serê gelê Kurd sax be, Kurdistan sax be!”
Nivîskar û zimanzan Lerzan Jandil jî li ser fedakariya Daimi Bektaş sekinî û wiha got: “Par bavê min wefat kir, bawer bikin ez evqas li ber neketim. Dost û hevaltiya wî li aliyekî me kedkarekî çalak yê Kirmanckî jî wenda kir. “
Yek ji xebatkarê Kovara Wateyê Rindo Sur ku salên dirêj bi hev re kar kirine jî hestên xwe wiha anî ziman: “Daîmî di temeneke gênc de (jidayîkbûn 1972) ji nav me bar kir. Ew him nivîskar, him belavkar û him jî evîdarekî kovara Wateyê û ya Înstîtûta Kirmanckî bû. Ji bo Kirmanckî di destê kemalîstan de nebe amûr keda wî gelek e. Daîmî ji her tiştî jî bêtir evîndarekî Dêrsimê û yê Kurdistanê bû.”
Di merasîma cenazeyê de piştî pêdiviyên li gorî baweriya Elewîtiyê, hunermend Kemal Kahraman, Mavîş Gûneşer û Sevîm ku hevalên wî yên nêz bûn, li ser wesiyeta wî strana Duzgin Baba û çend stranên şînî yên bi zaravayê Kirmanckî gotin. Cenazeyê Daimi Bektaş wê li Erzînganê bê binaxkirin.
YEKO ARDIL/ BERLÎN