Piştî serdana Barzanî ya Enqerê û hevditina bi MÎT û Erdogan/AKP’ê re, leşkerên Tirk pêr şev (13 Kanûnê) saet di 23.00’yan de bi gelek tank û wesaîtên zirxî û hejmarek mezin leşker di deriye Xaburê re sewqî Başurê Kurdistanê kir û Deriyê Xabûrê girt.

Li gorî nûçeya ANF’ê ku sipartiye çavkaniyên herêmî, gelek leşker derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Lê derbarê hejmara leşkeran û li başur derbasî kuderê bûne de agahî nehatine bidestxistin.

Li gorî çavkaniyekî li Deriyê Xabûr rawestiyayî ku nexwest navê we diyar bike ji RojNews’ê re ragihand ku Deriyê Xabûrê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de doh ji saet 14:oo’an ve ji aliyê dewleta Tirk ve heya demek nediyar hat girtin. Heman çavkaniyê diyar kir ku rayedarên Deriyê Xabûr ji wan re negotine wê Deriyê Xabûr kengê vebe û got ku ji bo derbasî Tirkiyeyê bibin li Deriyê Xabûr rawestiyane.

Balkêş e ku sewqiyata leşkerî, piştî serdana Barzanî ya Enqerê pêk tê.

Di şeva 4’ê Kanunê de leşker şandina Tirkiyê ji bo herêma Başîqa ya ser bi Musilê ve di navbera Tirkiye û Iraqê de bibû sedema aloziya siyasi û leşkerî. Hikûmeta Navendî ya Iraqê ji dewleta Tirk xwestibû ku leşkerên xwe ji Başîqa bikişîne û giliyê Tirkiye li NY kiribû


 NAVENDA NÛÇEYAN