Em di pêvajoyeke pirr rojevî re derbas dibin. Bêguman her rojevek bi sere xwe, xwediyê wate û girîngiyê ye. Lê îro terz û karakterê siyasetê jî guheriye. Çawa mijarên kûrewî bandorê li rewşên herêmî dikin, wisa bûyerên herêmî û lokal jî bandorê li ser qewmînên kûrewî dikin. Bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn ev rastî zêdetir lê ye. Siyaset jî divê li ser vê bingehê bê hûnandin, hevsengiya bûyerên kûrewî û herêmî bê hûnandin. Li Rojhilata Navîn kaosa pergala kapîtalîst hindî diçe kûr dibe. Êriş bi guherîn û veguherînê tên şikandin. Aliyên vê têkoşînê zelal in. Hêzên statûkoparêz, dagirker, împeryalîst li aliyekî; hêzên demokrasîxwaz jî li aliyekî ne. Divê hemû rojevên heyî di vê çarçoveyê de bên dîtin û têkoşîn li gorî vê bê meşandin.
Niha li Suriyê û girêdayî vê yekê li Rojhilata Navîn hevsengiya heyî serûbinîhev dibe û hewildanên hevsengiyeke nû hene. Piştî şerê heşt salan ê li Suriyê hêzên hegemonîk niha dixwazin bi rêbazeke cuda berjewendiyên xwe biparêzin. Ev dê hevgirî û hevalbendiyên nû bi xwe re bîne. Biryara DYE’yê ya vekişîna ji Suriyê jî encameke vê hewildana nû ye. Li vir xala derdikeve pêş ew e ku DYE dixwaze rolek bide Tirkiyeyê. Lê ji ber politikaya dijminane ya Tirkiyeyê ku li hemberî Kurdan dimeşîne, ev plana wê bi rê ve naçe. Bi gefên li hemberî Tirkiyeyê û hişyarkirinên li hemberî Kurdan, DYE dixwaze van hêzan bîne ser xeta xwe. Lê ji ber dijminiya li hemberî Kurdan dê çiqas pêk bê ev plan, ha ew nediyar e.
Li gorî hevkariya Tirkiye û DYE’yê dê qewmînên li Tirkiyeyê jî biguherin. Bandora wê dê li ser pêvajoya berxwedanên li girtîgehan, destketiyên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê jî hebe. Îqtîdara AKP-MHP’ê dixwaze bikeve Bakûr û Rojhilatê Suriyê û statuya Kurdan asteng bike. Hewil dide DYE’yê ji bo vê yeke îqna bike. Bi hêza ji vir girtî jî dixwaze nijadperestiyê xurt bike û pergala dîktatoriyê ya li Tirkiyeyê zêdetir sazûman û bihêz bike.
Li ser vê bingehê berxwedana li zindanan û hilbijartinên herêmî girîngtir dibin. Çawa dîktatoriya AKP-MHP’ê dixwaze bi êrişên ji derve hêzên nijadperest ên hundir xurt bike û bi hêza ji hûndir digire, êrişî derve bike, divê hêzên aştîxwaz û demokratîk jî li gorî wê têbikoşin. Pêwîst e ku hêzên demokratîk jî bi têkoşîna hundir pişgiriyê bide Bakûr û Rojhilatê Suriyê û bi hêza ji wir digire jî têkoşîna li hemberî faşîzmê xurt bike. Di vî warî de avantajeke mezin a hêzên demokratîk heye. Îro li hemberî êrişên faşîzmê li hemû deverên cihanê nerazîbûneke girîng çêbûye.
Piştgiriyeke mezin a gelan ji bo gelê Kurd û hêzên demokratîk heye. Berxwedanên zindanan, meşandina xebatên hilbijartinan û piştgiriya ji bo Rojava bi hevre bên meşandin, şeqama dawiyê li faşîzmê bixe. Ji bo vê pêwistiya me bi dîtina hêza me heye. Ev hêz û derfet niha li pêşiya me ne. Em guh bidin vî dengê berxwedanê yê ji zindanan hatî û xwedî lê derkevin, bihar dê bibe ya me.