Hevalê me M.Emîn Yalçınkaya, ev nêzî 20 salan bû ku di şanoya Kurdî de wek derhêner, nivîskar û lîstikvan kar û xebatên xwe dimeşandin. Jiyana xwe di nav tekoşîna rizgariya Kurd de derbas kir.”

Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) piştî ku şanogerê Kurd Mihemed Emîn Yalçinkaya şemiya bihurî ji ber nexweşiyê wefat kir, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de di dema merasîma pêr a li ber Şanoya Bajêr a Amedê hat xwendin, humermendan got, “Hevalê me M.Emîn Yalçınkaya, ev nêzî 20 salan bû ku di şanoya Kurdî de wek derhêner, nivîskar û lîstikvan kar û xebatên xwe dimeşandin. Jiyana xwe di nav tekoşîna rizgariya Kurd de derbas kir û di hemû şert û mercên dijwar de ji bo huner û şanoya Kurdî bi pêş ve biçe, kedeke pirr mezin da. Hevrêyê me, bi hêvî û baweriya xwe, bi sekn û tevgera xwe ji bo hunermendên Kurd her tim moral û coşeke mezin diafirand.”

Bi berhemên xwe wê li nav me be

Hunermendan bi bîr xist ku Yalçinkaya heta dawiya temenê xwe ji bo geştir û xurttirbûna şanoya Kurdî “bi disiplîneke mezin” xebitiye û diyar kir ku wî her wiha dixwest berhemên nû biafirîne. Ji bo hevalê xwe yê herî dawî di bin banê Şanoya Bajêr a Amedê de xebatên xwe dimeşandin, hunermendan daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Hevalê me Yalçınkaya, ev nêzî 2 mehan bû ku siheta wî ne baş bû. Lewma jî ew li nexweşxaneyê bû. Me her çiqas hêvî dikir ku hevalê me vê nexweşiyê li pey xwe bihîle jî, lê mixabîn nexweşiyê ew bir û hevalê me wefat kir.

Em wek hunermendên Kurd, vê jidestdayîna xwe ji dil û can hîs dikin. Lê em dizanin ku hevalê me bi berhem û xebatên xwe wê tim di bîra me de be. Keda ku ji bo şanoya Kurd daye, wê ji bo jiyan û têkoşîna me bibe mînakeke mezin.”

Li ser Yalçinkaya

M.Emîn Yalçinkaya sala 1968’an li gundê Xursê yê ser bi navçeya Qoserê hatiye dinê. Di salên 1990´î de dest bi şanogeriyê kir û ji wê rojê û bi şûn ve di gelek lîstikên şanoyê de wek derhêner, lîstikvan û nivîskar cîh girt. Yalçınkaya ji bo xebatên şanoyê li sê parçeyên Kurdistanê derketiye ser dikê û ala şanoya Kurdî tim bilind kiriye. Hin lîstikên sereke ku Yalçınkaya tê de cih girtiye wiha ne;

-Mem û Zîn (Lîstikvan)

-Hamlet (Lîstikvan)

-Mala Dînan (Nivîskar-Lîstikvan)

-Mala Extiyaran (Nivîskar-Lîstikvan)

-Cembelî û Binevş (Nivîskar)

-Av û Ar (Nivîskar-Derhêner)

-Zembîlfiroş (Nivîskar)

-Memê Alan-Kelemê Evînê (Derhêner)

-Yaşar Ne Dijî Ne Jî Najî (Lîstikvan)

Ji xeynî van lîstikan Yalçinkaya di qederê 30 lîstikan de lîstikvanî û derhênerî kir. Ji derveyî xebatên şanoyê Yalçinkaya di qada sînemayê de jî lîstikvanî kiriye. Di rêzefîlma “Ax û Jiyan” , “Malîno” de cî girt û di fîlmê “Min Dît” de jî ew cihê xwe digire. Yalçinkaya, sala 2011’an di Pêşbaziya Nivîsandina Lîstikan ya Evdirehîm Rehmî Hekkarî de xelata mansiyonê jî wergirtibû. Şanoya wî ya bi navê Av û Ar ji aliyê Goethe Institute ve hat wergerandinî Elmanî û bi derhêneriya Britta Ender ji xwendina li ser dikê re Bihara 2017´an hat amadekirin.

AMED