Mihemd Pencewînî destnîşan kir ku komploya herêmî û navdewletî di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî gelê Kurd û tevgerên Kurdî pêk hatiye û wiha got: “Komplo di heman demê de li dijî tevgera azadîxawaz a gelê Kurd pêk hat. Hêzên komploger wer difikirîn ku wê bikarin di kesayeta Apo de tevgerên Kurdî ji holê rakin. Lê planên wan bi serneket ji ber ku îradeya gel û bi hezaran şehîd û mirovên şoreşger li wê girtîgehê ye, vê komployê nekarî tevgera Apocî têk bibe.”
Mûcîzeya Kobanê çêkir
Mihemed Emîn Pencewînî bal kişande ser berdewamkirina komployên Tirkiyê û wiha got: “Komplo heta roja îro jî berdewam dike. Erdogan û Davudoglû behsa Kurd û Kurdistanê dikin. Siyaseta rast, lêhatî û bi şarezayî ya birêz Ocalan hemû plan vala derxistin. Tiştên ku Ocalan û tevger Ocalan çêkir wekî mucizeyên Kobanê ne. Li hemberî hêzên herî mezin ên cîhanê sekinîn. Ji bo wê jî her kes behsa hêza PKK’ê dike û li hemû welatên cîhanê û Rojhilata Navîn bûye mînak.”
Serokê Partiya Ayîndeya Kurdistanê Qadir Ezîz jî derbarê komploya 9’ê Cotmehê de got ku berxwedana birêz Ocalan planên dijmin pûç kirin.
Qadir Ezîz bal kaşinad li ser azadiya Ocalan û da diyar kirin ku divê weke aliyekî giring nêzî birêz Ocalan bibin.
KAROX REWANDIZО
ROJNEWS/SILÊMANÎ