Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çalakiya sînemayî ya ku berê du caran hat lidarxistin, dê îsal veguhere Mîhrîcana Fîlman û dê bi vî awayî bê lidarxistin. Dê ji gelek fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên anîmasyonî yên dê xweza, çand û raçînga dîrokî ya Wanê bidin der re malovaniyê bike. Dê mîhrîcana îsal bi têmaya “Xweza, Dîrok û Jiyan”ê xwe bigihîne sînemahezan. Di çarçoveya vê têmayê de li gel pêşandana fîlm, kargeh, panel û gotûbêjan dê beşdarbûyîna gelek derhêner, çêker, lîstikvan û hilberînerên sînemayê jî pêk bên. Dê mîhrîcana îsal wê bes qada sînemayê li eywanan xwe bi sînor neke, her wiha dê bi pêşandana li tax, gund û qadên alternatîf ên pêşandanê jî bigihîne gel.
WAN