Pîrejina bi navê Cemîle Ebdo Mihemed ya 80 salî ji nişteciyên gundê Bîreşê ye ku 25 kîlometroyan li başûrê bajarê Kobanê ye. Piştî ku çete digihêjin gundê wan gundiyên wan neçarî koçberiyê dibin û jê derdikevin lê ew û zilamê wê yê bi navê Bekrî Mihemed yê 82 salî li gund dimînin û jê dernakevin. 4 kur û keçeke wan hene û hemû zewicî ne û li Bakurê Kurdistanê dimînin, tenê ew û zilamê wê li gund mane.
Cemîle û zilamê wê piştî ku çete dikevin gundê wan, ji neçariyê ji ber guleyên çeteyan derdikevin û berê xwe didin gundê Bêlwire yê ku 5 kîlometroyan durî gundê wan e. ji ber temenê wan mezin e, nikarin bi lez bimeşim û 3 rojan li wan çolan bê av û xwarin dimînin. Lê zilamê wê di rê de ji ber qehir û westanê li ser girekî ku ji gundê Bêlwir bi 1 km dûr e, rehmet dike. Cemîla Mihemed nikare wî rake yan jî veşêre û wî li dû xwe dihêle û vedigere gundê Bêlwirê.
Bi tenê nanê bi tisî
Di biwara jiyana xwe ya li gund de Mihemed got: `Bi tena serê xwe ez zêdetirî 4 mehan jiyam, li gund xwarin û ard hebû, min ji ard nan çêdikir û dixwar, ez di tariyê de dimam, tu kes jî di gund de nîn bû, ne çete û ne jî kesekî din; bi tenê dengê ajalên weke dîk û dewaran dihate min. Di destpêkê de di xezanên malê de av hebû piştî ku av qediya îcar dema ku baran dibariya min ji dilopên baranê hem av vedixwar û hem jî jê nan çêdikir. Du caran çete ketin gund. Cara pêşî hatin ez bi tenê dîtim ji min re tiştek negotin lê ji hev re digotin ku dê ji tirsa bimire û ji gund derketin. Min newêrî ez ji malê derkevim ya rast min nikaribû bimeşiyama. Cara dudiyan hatin, ew 4 kes bûn bi erebî diaxivîn lê piştre yekî bi kurdî deng kir û ji min pirsî, hin tişt li erdê bûn, ev tişt yên te ne; ji tirsa deng ji min derneket, ez pirr ji wan tirsiyam min got, wê min bikujin. Piştî demeke kurt çete ji gund derketin û çûn. Piştî ku ji gund derketin pirr gule avêtin xaniyê ku ez têde."
Şervana YPJ’ê ez ji gund derxistim
Mihemed axaftina xwe dewam kir û wiha pê de çû: `Piştî zêdetirî 4 mehan û beriya bi 2 rojan min dengek di gund de bihîst min got, qeyî dîsa çete ne, vê carê wê helbet min bikujin, ji ber ku çete ji min hez nakin dema ez ji malê derdiketim ez gulebaran dikirim. Ji tirsa ez ji malê derneketim dengê guleyan ji du aliyan pirr dihat. Ji dengê guleyan guhê min dikire zinge zing. Piştre keçek kete malê û ji min re got, ez şervana YPJ’ê me û bi destê min girt û ez ji gund derxistim`.
Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê Cemîle Ebdo Mihemed vegerandin bajar dest pêkê ew birin nexweşxaneyê.
DICLE MÛSE/ANHA / KOBANÊ