Li Fînlandiyayê ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkî, malên Tirkî û firotina çekan ji bo Tirkiyeyê kampanyayekê dest pê kir. Di çarçoveya kampanyaya boykotê de tê xwestin ku dewlet firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bi temamî rawestîne.

Amadekarên kampanyayê dibêjin, Tirkiye yek ji welatên bingehîn e ku îxracat û îtxalatê ji Fînlandiyayê dike û wan bi taybetî têkilî û danûstandinên di mijara tekstîl, tûrîzm û firotina çekan de bi bîr xistin.

Li gorî metna kampanyayê, pirraniya markayên tekstîlê yên Fînlandiyayê li Tirkiyeyê tên çêkirin. Mînak 66 ji sedî û 73 ji sedî yên hilberîna Fînlayson û Nanson li Tirkiyeyê dibe.

Şerê Kurdan dikin

Organîzatorên kampanyayê bang li şirketên Fînlandiyayê dikin da ku heta dewleta Tirk demokratîk bibe û dawî li dagirkeriya xwe ya li xaka Kurdan bîne, xwe ji Tirkiyeyê vekişînin.

Di kampanya boykotê de hate ragihandin ku Tirkiye di heman demê de yek ji deverên sereke ye ku tûrîstên Fînlandiyayî diçinê, lê bêhnê vedidin û bang li Fînlandiyayiyan hate kirin da ku zanibin hatina ji tûrîzmê dikeve bêrîka Erdogan û mekanîzmaya şer a dewleta Tirk.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rêjeya firotina çekan a Fînlandiyayê ji bo Tirkiyeyê zêde bûye û bi vî rengî Tirkiye bûye duyemîn welatê herî zêde çekan ji Fînlandiyayê dikire. Di vê çarçoveyê de firotina polayê Fînlandiyayê hate bibîrxistin û hate gotin, bi vî polayî wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk ên Kîrpî û BMC’ê tên çêkirin, her wiha ev pola di çêkirina tankan de tê bikaranîn. Amadekarên kampanyayê diyar kir ku tevî cebilxaneyê her wiha sîstema radarê û tekonolojiya pêşketî ya mîna droneyan jî Fînlandiya difiroşe Tirkiyeyê.

Di kampanya boykotê de bang li hikûmeta Fînlandî tê kirin da ku lîsansên heyî betal bike. Rewşa dawî ya kampanyayê ji navnîşana turkkiboikottiin.net tê ragihandin.

 

HELSÎNKÎ