
Jinên Rojhilatê Kurdistanê ku pêlavên bi navê ‘kilaş’ê çêdikin diyar dikin ku ew çanda xwe bi vî karî diparêzin û debara xwe pê dikin. Her çendî ne diyar be ka cara pêşî kengî kilaş hatiye çêkirin jî bi qasî ku tê gotin yekemîn car li Hewraman û gundên wê hatiye çêkirin.
Salên dawî ji ber ku pirtir tê xwestin di çêkirina kilaşan de zindîbûnek çêbûye, lê mêhtina kedê jî berdewam e. Kilaşên ku ji du parçeyan çêdibin, ji ber ku qeyîm in, sivik in û xwê nadin, mirovên ku li deverên çiyayî dijîn van pêlavan hildibijêrin. Li gorî daneyên fermî yên Îranê li herêma Merîwanê salê 300 hezar cot pêlavên kilaşê têne çêkirin û 15 hezar kes jî vî karî dikin.
Jineke ku ji Merîwanê ye têkildarî çêkirina hilberîna kilaşan axivî. Lê ji ber sedema ewlehiyê nekarî navê xwe hilde. Jinê diyar kir ku kilaş ji berê ve ji hêla jinan ve tê çêkirin û got, ‘’Kilaş ji du beşan çêdibe. Binê kilaşê ji çermê dewaran tê çêkirin, serê wê jî bi hiriyê ristî tê honan. Binê pêlavê zilam û serê wê jî jin çêdikin. Lê zêdetir jin hildiberînin. Her wiha dîsa bi jinan ev pîşe ji bo nifşên nû hatiye veguhestin.’’
Mêhtina kedê
Jina ku kilaşan hilberîne anî zimên ku li Merîwanê û derdora wê biçûk, mezin 3 hezar atolye kilaşan çêdikin û diyar kir ku jinên karê kilaşê dikin, binê kilaşan ên ku ji van atolyeyan distînin, piştî ku ser wê çêdikin dîsa difiroşin wan atolyeyan. Jinê diyar kir ku ji bo her cot pêlavî kêmî dolarekî pere bi dest wan ve tên lê ev pêlav heta bi nêzîkî 50 dolarî têne firotin.
Demekê karê kilaşê hema hema hatibû ber nemanê, lê van salên dawî dîsa şên bûye ev kar. Sedema ku biharê û ber bi payizê ve ev pêlav têne bikaranîn ew e ku li deverên çiyayî ji bo meşê rehet in, qeyîm in, ji bo tenduristiyê baş in û ciwan li çanda xwe vedigerin. Her çendî li gorî daxwazê bi rengên cuda werin hilberandin jî, jinên Rojhilat hewl didin ku rengê wê yê spî biparêzin û tenê rengê binê wê diguherînin.
Sûdeke mezin e ji bo aboriyê
Pêlavên ku li Merîwanê têne çêkirin 80 ji 100’î li Başûr, Bakurê Kurdistanê û li Îranê têne firotin. Lê tê gotin ku di van salên dawî de ji bo xebatên folklorîk jî sîparîşa kilaşan tê dayin. Li gorî reqemên dewleta Îranê li Merîwanê salê 300 hezar cot kilaş têne hilberandin û ev 7 milyon û 900 hezar dolar sûdê dide aboriya welêt. Lê keda hilberînerên kilaşê ku ne xwedî ti ewlehiya civakî ne, li Îranê, weke gelek baskên dî yê kar tê mêhtin.
MEYSA KELHOR /ANF/MERÎWAN