Her wiha daxuyaniyek ji lîderê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrulah jî hat kut ê de dibêje muxalefeta çekdar a ku serê 20 mehan li dijî Beşar Esed şer dike nikare bi ser bikeve.
Nesrulah di daxuyaniya xwe de got ku hin aliyên bawer dikin ku dê muxalefeta çekdar biser bikeve ew gelekî şaş in û baweriya wan ne di cih de ye. Her wiha Nesrulah derbarê komên çekdar ên ku li Sûriyeyê şer dikin de jî agahiyên balkêş dan. Li gorî Nesrulah anîna komên çekdar ên ser bi Elqaîdeyê ve bo Sûriyeyê kemîn û xefkeke mezine ji bo wan çekdaran. Li gorî Nesrulah Amerîka û welatên Ewropayê û hin welatên din ên herêmê xefkek ji bo el Qaîde daniye. Ew dixwazin şervanên el Qaîde ên li welatên cuda li Sûriyeyê kom bikin û wan li wir bi hev bidin kuştin.
Ji aliyekî din ve veqetînên ji rejîma Beşar Esed berdewam dikin. Li gorî nûçeyekê Birêvebirê peywendiyên giştî li istixbarata giştî ya Sûriyê cudabûna xwe ji rêjîma Sûriyê ragihand û tevlî rêzên muxalefetê bû.
Eladîn Sebax, di daxuyaniyekê de ragihand ku ew weke rêvebirê peywendiyên giştî yê rêveberiya istixbarata giştî ya Sûriyê ji rêjîma Esed veqetyaye û ew tevli rêza şoreşa Sûriyê. Di daxuyaniya xwe de Sebax aşkera dike ku peywendiya wî bi şoreşgeran hebûye û gelek xizmet dema li ser karê xwe bû ji şoreşê re pêşkêş kiriye. Sebax di berdewamiya daxuyaniya xwe de bang li efserên ewlekariyê û berpirsên hikûmetê kir ku êdî dema çaverêkirinê nemaye û divê tevli şoreşa gel bibin.
ŞAM