Lava Kasim a ji hêza başkirinê ya hunerê bawer dike, bi hunera texte ya bi tinebûnê re rû bi rû ye, xwe baştir hîs dike û dibêje: “Ez hêrs, stres, êşa xwe li ser texte dineqişînim. Mirov xwe kêfxweş û aram hîs dike. Dema êş û tengasiyên xwe nexş dikim, tiştekî xweş dernekeve holê jî wek kêfxweşî dîsa li min vedigere.” Lava Kasim (21) ji bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ya rojavayê Kurdistanê ye û 5 sal berê koçî Mêrdînê kiriye, bi hunera şewitandina texte êşên xwe vedibêje. Lava li Mala Hunerê ya Selîm Gokçen a Mêrdîna Kevn 6 mehan perwerdeya şewitandina texte dîtiye û diyar dike ku ev huner bi tunebûnê re rû bi rû ye. Lava aşkera kir ku nexşkirina textan wê kêfxweş dike û got ku dê vî karî berdewam bike. Lava Kasim anî ziman ku dema nû koçî Mêrdînê kirine, xwe gelek vala hîs kiriye û wiha got: “Em li tu derê nehatin qebûlkirin. Em niha hewl didin vê derûniyê ji ser xwe biavêjin. Em ji ser axa xwe hatin vir. Em jî mirov in. Me kes nas nedikir. Me ziman nedizanî. Me gelek zor û zehmetî dîtin.”


Neqişîna êşan

 Lava Kasim da xuyakirin ku şewitandina texte bi wê re hest ava kirine û ev tişt got: “Ev huner kêfxweşiyê dide min. Ev huner ji bo min gelekî baş e. Tiştên min ne rehet dikin, ji min digire û diçe. Ez hêrs, êş û tengasiyên xwe bi nexşkirinê ji ser xwe diavêjim. Ez bi vî awayî birînên xwe baş dikim.”

Wêneyên li ser texte tên nexşkirin, bi teknîka siyê tên xemilandin. Ewil wêne tê tespîtkirin û boyax tên bikaranîn. Kaxiza karbon li ser texte tê bicihkirin. Piştre dest bi pêkanîna şewitandinê dikin. 


 MÊRDÎN/ŞÛJIN