Hêzên QSDʹê opersyona Xezeba Firatî li herêmên Reqayê didomîne. QSDʹê heta niha bi dehan gund û gundik ji komên çte yên DAIŞʹê rizgar kirin. Piştî rizgarkirina gundan derhal şervanan dest bi paqijkrina gundan ji mayînan kirin. Paqijkirina gundan bi alîkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a GIrê Spî pêk tê.
Rêveberiya Xweseriya Demorkaîtk a GIrê SPî û bi alîkariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di 23 cotmehê de civînek ji şêniyên gundên Xinêz û xinêza Navîn re lidarxistin. Di civînê de hate gotin ku gund ji mayînan hatine paqijkirin û welatî dikarin vegerin malên xwe.
Rizgarvanan silav dikin
Gundiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê kirin. Têkildarî mijarê jinan bi navê Meryem El-Îsa ku yek ji şêniyên Xinêre got ku ew bi vegera gundê xwe gelekî kêfxweş in û got: ʺJi bo me ev rojeke pîroz e. vegerama cejna me ye. Ez berxwedana hemû kesên destê wan di rizgarkirina gundên me de hebû silav dikim.ʺ
Hecî Casim El-Ebûd jî yek ji şêniyên gundê Xinêz e. Hecî spasiya hêzên QSDʹê ên gundê wan rizgarkirin û daxwaz kirin ku Reqa û hemû bajar û gundêndin ên Sûriyê ji çeteyan bêne rizgarkirin. Hejmara şêniyên gundên Xinêz û Xinêza Navîn derdora 5 hezar û 150 kes e. Hemû koçber bibûn û li çolên jiyan dikirin.
ANHA / GIRÊ SPÎ