Piştî şervanên YPG û YPJ’ê navenda Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kir û ligel hemû daxuyaniyên baldar û talukeyan heya niha 30 hezar welatî vegeriyan bajar. Li bajarê ku ji sedî 80 nikare bê bikaranîn. Piraniya mirovên vedigerin diçin gundên xwe yên hatine azadkirin, yên mayî jî bi pêşengiya xebatkarên Mala Gel li malên kêm zerar dîtine, tên bicihkirin.Rêveberê Mala Gel Xalit Bozan diyar kir ku bi vegerê hewcehî jî zêde bûn û alîkarîya ku tên kêm dibînin û ji bo trajediyekî mirovahiyê neyê jiyîn divê korîdora mirovahiyê bê vekirin.Gelê li bajarê xwe vegeriya, hewil dide bi derfetên xwe yên kêm, bajêr ji nû ve ava bikin, bikin cihê jiyanê. Eşyayên ku ji binê xirbeyan hatin derxistin, li bajêr 10 market, 2 dermanfiroş û kûaforekî mêran dest bi xizmetê kirin. Bozan rewşa bajêr wıha tîne ziman “Li bajarê ku ji sedî 80 xera bûye, hînê rastiya şer heye. Mayînên ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatine çandin, xeteriyeke mezin derdixînin holê û mixabin gelek mirovên me ji ber pê li mayînê kirin jiyana xwe ji dest dan. Dîsa jî tevî hemû xeteriyan, ji bo welatiyên me yên vegeriyane bi başî bicih bibin, em di nava hewldanan de ne.Der heqê pêdiviyan de Bozan got: “Bi vegerê re pêwîstî jî zêde bû. Li bajêr ji xwarinê heta kincan, ji mazotê heta mamayê zarokan di her alî de kêmasî hene. Alîkariyên tên şandin, ji ber nifûsa zêde bûye, têrê nakin.”
‘Divê korîdora însanî bê vekirin’
Bozan da zanîn ku ji ber zêdebûna pêwîstiyan bang li dewlet û saziyên navneteweyî kir ku alîkariyê bikin û anî ziman ji ber li her sê aliyên bajêr DAIŞ dorpeç kiriye, alîkarî bi tenê dikare di ser Bakur werin. Bozan da xuyakirin ku bi vegerê re dibe ku stokên wan biqede û wiha pê de çû: “Ji bo di dema pêş de trajediyeke mirovahiyê rû nede, pêwîste korîdoreke însanî ku jê alîkarî bigihêje bajêr, were vekirin.”
KOBANÊ/DÎHA