EMÎNE EL-ELÎ
ANHA/REQA
Li Reqayê Cuma Seîd El-Hemo, dema DAIŞ li bajêr bû neçar ma berhemên xwe binax bike; ew niha amadekariyan dike ku ji maşînên teqîyayî birceke bibîranînê lêke.Cuma Seîd El-Hemo, şêwekarekî peykertraş e ku mijarên hunerê xwe ji hawîrdora Firatê werdigire û bi peyker û tabloyên xwe yên hunerî, dîrok û kevneşopiya herêmê vedibêje. Hunermendê şêwekariyê Cuma Seîd El-Hemo, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye girtin û êşkenceyê lê hatiye kirin, lê dîsa jî ew li şêwekariya xwe vegeriya û di atmosfêreke azad de hestên xwe bi hunerê xwe îfade dike.
Cuma Seîd El-Hemo sala 1968'an li bajarê Reqayê ji dayîk bûye. Di destpêka salên 80'yî de girîngiyê dide şêwekarî û çêkirina peykeran. Di destpêkê de li ser mermer û kevirên reş şêwekariya xwe dikir.
El-Hemo li rex xwendina xwe ya enstîtuya elektrîkê, şêwekariya xwe dikir û karibû xwe di vî warî de bi pêş bixîne. Piştî demekê, li navenda Hunerê Şêwekariyê ya bajarê Reqayê ji sala 1989'an heta 1996'an mamostetiya çêkirina peykeran kir. Her wiha di şîrketên dekorçêkirinê de jî dixebitî û ji sala 1988'an ve beşdarî gelek pêşangehên salane yên hunermendên Sûriyeyê bû. El-Hemo beşdarî Mihrîcana El-Badiyê ya yekemîn û duyemîn jî bû û gelek kar û xebatên wî li dewletên Ereb û biyanî hene.
Li dijî zilma tarîtiyê li huner vegeriya
Hunermed Cuma El-Hemo weke hemû welatiyên Reqayê rastî zilm û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê dihat û ji ber xebatên xwe yên hunerî gelekî ji aliyê çeteyan ve hatiye girtin û gelek peykerên ku çêkirine, ji aliyê çeteyan ve hatine şikandin û desteserkirin. Hin peykerên ku çeteyan desteserkirine derbasî Tirkiyeyê bûne û li wir hatine firotin.
Piştî ku bajarê Reqayê hate rizgarkirin, Meclîsa Sivîl a Reqayê hin peykerên ku El-Hemo çêkirine, wergirtin û di hundirê avahiya Meclîsa Sivîl a Reqayê de bi cih kirin. Peykerên ku hatine bicihkirin rewşa şer û wêranê ya li bajarê Reqayê vedibêjin. Her wiha jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de di peykeran de diyar e û di tabloyan de jî mijarên girêdayî jinên Reqayê tên vegotin.
Pisporê çêkirina peykeran
Şêwekar Cuma Seîd El-Hemo behsa kurtejiyana xwe ya hunerî kir û got: "Pisportiya min di çêkirina peykeran de ye. Ez beşdarî gelek pêşangehên li Sûriyeyê û li hin dewletên Ereban bûme. Ez beşdarî gelek pêşangehên tekane û komî bûme. Pirraniya xebatên hunerî yên min li ser kevirên reş, spî û li ser mermera Îtalî ne."
DAIŞ tevizîna huner bû
Cuma El-Hemo got ku bi hatina çeteyên DAIŞ'ê re wî xebatên xwe yên hunerî rawestandin, nemaze ji ber ku gelek caran ji aliyê çeteyan ve hate girtin û hemû peykerên ku wî çêkirine şikandin û hin jî desteserkirin û wiha domand: "Piştî ku ez serbest hatim berdan, ez bi awayekî veşartî dixebitîm û min peykerên xwe di malê de binax dikirin û vedişartin."
Ji maşînên teqiyayî birca bîranîn
Cuma El-Hemo niha di çêkirina tabloyekê de dixebite. Tablo jî wêneyekî têkoşer Umer Eloş e. Her wiha ji bermahiyên siwareyên teqiyayî dê burcekî li bajarê Reqayê weke bîranîn ava bike.