Doh 3`yemîn kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk a bajarê Serêkaniyê bi dirûşma “Bi vîn û rêxistinê, Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nenavendî ava bikin” pêk hat. Kongre li Navenda Çand û Huner a Waşokanî hat lidarxistin.
300 delegeyên ji Serêkaniyê bi cil û bergên neteweyî beşdarî kongreyê bûn. Her wiha gelek kesayetên partiyên siyasî, oldar, nûnerên eşîran, şandeyeke ji Xweseriya Demokratîk, hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen di kongreyê de amade bûn.
Serêkaniyê mînaka jiyana hevbeş e
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen di kongreyê de pêşî axivî û got, “Hebûna gelên ku niha di kongreyê de amade bûne, sîstema neteweya demokratîk nîşan dide, ji ber ku Serêkaniyê mînaka jiyana hevbeş li ber çavên her kesî ye.”
Şahoz Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hebûna gelan qebûl nake û wiha peyivî: “Partiya ku bingehê wê li ser xwîna şehîdan hatiye avakirin, tê hedefgirtin. Partiya ku di Sûriyê de vîna gel temsîl dike û hevbeşiyê ava dike, PYD ye. ”
Ev herêm bi giştî ewle ne
Şahoz Hesen di dewamê de bal kişand ser “herêma ewle” ku Tirkiye behsa wê dike û got, “Gefên dewleta Tirk a dagirker li ser hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Tirkiye ji 2011`an ve gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ev herêm bi giştî ewle ne. Dewleta Tirk destketiyan hedef digire. Hebûna Tirkiyeyê li herêmê xeterê çêdike.”
ANHA/SERÊKANIYÊ