
LUQMAN GULDIVÊ
Dr. Joanna Bochenska a ku li Zanîngeha Jagiellonian a bajarê Lehistanê Krakowê lêkolîner û dersdar e, li ser mijarên edebiyat û zimanê Kurdî, mayeya encam a wênegiriya xwe ya ji 2001´ê ve li ser malpera xwe ya bi navê www.joannabochenska.com belav kir. Li ser malperê halê hazir dosyayên wêneyên bi pirranî ji Kurdistanê û portreyên wan kesan ku li ser meydana edebî, zimanî ya Kurdolojiyê pispor in di malperê de hatine bicihkirin. Li ser malperê, dosyayên bi navên Kurdistan 2017, Kurdistan 2015, Kurdistan 2014, Kurdistan 2013, Kurdistan 2011-2012, mekan, deriyên li bihuştê vedibin, Kurdistan reş û spî hene. Bochenska bi xwe dibêje, ew niha van dosyayan berfirehtir dike.

Dema jê dipirsim ka kengê elaqeya wê ji wêne re çêbûye û wêneyê ji Kurdistanê ê herî kevin ê li ser malpera wê çiye, ez fêr dibin ku ji zarokatiya wê ve elaqeyeke wê ye ber bi wêne û wênegiriyê ve ku bi xêra mamosteyê wê yê zanîngehê Zbigniew Lagocki yekcar bi gewde bûye. Wêneyê herî kevin ê li ser malperê jî ji sala 2001´ê ye.

Deriyên li bihuştê vedibin
Bochenska li ser wêneyên reş û spî jî dibêje, di nava wan de yên kevin ji negatîfên reşûspî hatine girtin, lê hin ji wan tevî ku dijîtal û rengîn in jî ji ber ku ew wisa dihizire ruhê wan xwe bi reşûspî çêtir dide der, wê ew qulibandine reş û spî.
Dr. Joanna Bochenska ku dixwaze li ser huner, aliyê îfadeya hunerî ya bi formên geometrîk a li ser deriyan ku nexasim jî li Başûrê Kurdistanê belav e, siberojê projeyeke lêkolînê jî bike; hizreke wê heye ku ji bo van deriyên li bihuştê vedibin, pirtûkek wêneyan jî amade bike. Ew bi kela canê xwe dibêje, “Du derî nînin weke hev, yan bi formên xwe yên geometrîk, yan bi rengên xwe yan jî bi tiştekî din ên îfadeya xwe ya dîtbarî ji hev guhertî ne.”
Bochenska bi bîr tîne ku wê pêşangeheke wêneyên van deriyan vekiriye berê û xelkê Lehî gelek elaqe nîşan daye, û dibêje, “Ev tişetkî din e, ne tenê ew tişta em ji nûçeyan dibihîsîn, şer û pevçûn û siyaseta Kurdistanê û şervan, gerîla. Hunereke zindî ya dewam dike. Ev bala mirovan dikişîne.” Dr. Joanna Bochenska qebûl dike ku hunermendiya hevjênê wê û xwezûrê wê ku bi xwe jî hunerê geometriyê dike, piçekî ew wêrek kirine.

Nûjeniya Kurdan bibînin
Dr. Joanna Bochenska dibêje, ji ber ku derfeta wê kêm bûye, ji nava bajaran bi tena serê xwe kêm caran çûye gundewaran û kêm caran peyzaj kirine mijar ji wênegiriya xwe re; yek ji sedemên kêmderfetiya wê jî ew e ku ew ne xwedî destûra ajotina wesaîtan e. Bi her halî vê jî kiriye ku ew portreyan tercîh bike û bi wan re jî dîmenên bajaran û deverên şên. Bi ya wê ev jî divê bi wêneyan bên belgekirin, ango bibin mijara wênegiriyê. Ew rexneyê li klîşeyên wênegiriyê yên Kurdistanê jî digire di vê çarçoveyê de û dibêje, "Bila mirov li nava bajaran, hinekî wê nûjeniya Kurdan bibînin. Gelek hevalên min ên Lehî şaş dimînin. Dibêjin, ma ev ew Kurdistana çiya, şivanan e!"
Aliyekî din ku ji bo wê asteng jî ew e ku ew tenê dikare havînan biçe Kurdistanê û ronî zêde derfetê nade ku xwezayê û gundewariyê bide ber mekîneya xwe ya wênegir.

Akademî jî di ber re dimeşe
Bochenska dibêje, ew bi xebata akademîk gelekî dixebite, û projeya xwe ew divê temam bikin, ji ber wê jî ew nikarin zêde konferansan li dar bixin. Lê ew hêviya xwe kêm nake û dibêje, piştî qedandina projeya berdest û weşandina pirtûkê, ew ê karibe ji nû ve li fersendan bigere ji bo siberojê. Bi her halî ji ber westana xwe, ew dibêje, ew dixwaze wergerên xwe yên ber bi Lehî ve ji Kurdî dewam bike û karibe bi dersên Soranî fêrî Soranî jî bibe.