Bi pêşangeha fotografiyê ya bi navê Foto.Schau ku pêr dest pê kir û heta sibe jî wê dewam bike, li bajarê Weikersheimê ê Elmanyayê berê awiran diçe ser şer û encamên wê. Wênegirê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Rewend Cewad ê sala 1986´an jidayikbûyî, wêneyên xwe yên bi çarçik ên bi mezinahiya 1,25 metro di 1,25 metroyan de vê yekê dike. Rewend Cewad sala 2015´an weke penaber berê xwe dabû bajarê Elmanyayê Weikersheimê. Bi hatina xwe jî wî pêşî têkilî bi meqamê hunerê ango Kulturamt a li bajêr re peywendî danî ku jixwe ev pêşangeh jî mumkin kir.
Bi alîkariya bernameyeke destekkirinê ya Leader Hohenlohe-Tauber mumkin bû ku 20 wêneyên ji Kurdistanê li meydana bazarê ya bajêr nîşan bidin. Di nava wêneyan de hem yên reş û spî, û hem jî yên rengîn hene. Wêne bi pirranî ji wargehên penaberan ên nêzî Hewlêrê ne ku Rewend bi xwe jî jê ye.
Hinek ji wêneyan hatine amadekirin ango sehne ne: ew ji van re dibêje “şer û kulîlk“. Di van wêneyên “şer û kulîlk” de şervan û gerîla tevî guleke di kadrajê de bicihkirî hatine teswîrkirin.
Şaredarê Weikersheimê, Klaus Kornberger got, ew dixwazin ku bi xêra pêşangehê xelk bên bajarê wan û wekî din da zanîn ku piştî bi dawîbûna pêşangehê, komunên (şaredariyên) cîran jî dikarin ji bo pêşangehan van wêneyan bi şertê ku paşê li wan vegerînin, bêpere bibin.
Rewend Cewad heta niha li Elmanyayê 7 pêşangeh vekirine û ev ya 8´an e. Beriya niha Rewend Cewad rojnamevaniya karên hunerî dike û ji sala 2009ê ve jî karê wênegiriyê dike.
WEIKERSHEIM