ROJDA AYDIN/ŞÛJIN/AMED 


Hediye Leventa ku bi KHK’ê ji karê xwe hat dûrxistin, bi altarnetîfên nû debara xwe dike. Hediye piştî ku ji karê xwe hat derkirin kargeha Bûkaniyê vekir û li ser dûrxistina xwe ya ji kar, dibêjê: “Ez giham azadiya xwe.” 

Li Kurdistanê bi ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) re bi sedan kes bi biryarên di hukmê qanûnê de (KHK) ji kar û peywîrên fermî hatin avêtin. Ew kesên ku hatin îxrackirin bi alternatîfan li qadên cuda debara xwe dikin. Hediye Leventa ku li Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî a Miduriyeta Navenda Amedê di dezgehên lênêrîna zarokan de dixebitî ji karê xwe hat avêtin. Hediye piştî ji kar hat avêtin li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê kargeha “Bûkanî” vekir û amûrên dawetê difîroşe. Hediye bi keda destê xwe bersiva polîtîkayan dide.

Hediye diyar kir ku ew ne bêzar in û dikarin bi keda destê xwe li her warî debara xwe bikin û got, “Tu sedem nîşanî min nedan û ez ji kar avêtim. Ji parvekirinên min ên li ser torên civaka medyayî ez sucdar kirim ku ez dewletê bi komkujiyan sucdar bikim. Li vî welatî her kes dikare rexneyan bike lê mixabin di salên dawî de em nikarin tu kesê rexne bikin. Ji ber ku em ji kar tên avêtin. Bi avêtina ji kar gef li karmendan tê xwarin.”


Kargeha bi navê Bûkanî vekir

Hediye piştî ku ji kar hat avêtin, xwe bêkar nehişt û bi hewldanên xwe bersiv da desthîlatdariyê û kargeha bi navê Bûkanî ku amûrên bûkan lê tên firotin, vekir. Hediye got, “Ez ji kar hatim avêtin. 3 mehan bêkar mam. Dema ku ez bêkar bûm, gelekî fikirîm ka karekî çawa bikim. Min pêşî biryara gulfirotinê da û piştre jî biryara baqê bûkan da. Di dawiyê de min biryar da ku her du yan jî bikim û ez niha şekirê nîşaniyê çêdikim. Ji aliyekî ve jî xemilandina erebeyan dikim. Li gorî xwestekê destegulan çêdikim. Ez bi hemû karen dawetê re elaqedar dibim.”


‘Ez xwe azad hîs dikim’

Hediye got, piştî ji karê fermî hat avêtin, azad bûye û bi kêfxweşî û bê gef, karê xwe dike. Hediye wiha peyivî: “Hîn zehmetiyên wê hene, lê ez pê re elaqeder dibim û dixebitim. Ji bo ku tiştekî baş derbikeve holê, hewl didim. Karê ku ez niha dikim gelekî pê kêfxweş dibim. Ji ber ku ev kar, karê min e û girêdayî ti tiştî nînim. Karê ku em bi xwe dikin, ji cihên dinê ku her serîtewandin e, sed carî baştir e. Ez xwe azad hîs dikim.”