Di roja çaremîn a koçberiya ji Telaferê de, ji bilî gelê herêmê yê Şengalê kesî destê alîkariyê dirêjî koçberan nekiriye.
Gelê Telaferê yê her tişt li dû xwe hişt û xwe li Şengalê girt, ne ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û ne jî ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê alîkariya pêwîst nedît.
Ji ber vê xemsariya NY û Hikûmeta Herêmê, tenduristiya jin, zarok û temendirêjan nebaş dibe. Hewl tê dayîn koçberên ji Telaferê li dibistan, salonên dawetê, xwaringehên saziyên fermî û erdê vekirî bên vehewandin. Gelê Şengalê ji bo alîkariyê bide koçberan û pêwistiyên wan tedarik bike, hemû derfetên xwe seferber kir. Lê belê ji ber hejmara zêde ya koçberan a li Şengal û derdora wê ku bi sed hezaran tê bilêvkirin, derfetên şêniyên Şengalê têrê nake.
Divê NY bikeve dewreyê
Koçberên der barê mijarê de ji me re axivîn, ji ber alîkarî û desteka gelê Şengalê spasiyên xwe pêşkêş kirin. Lê belê dan xuyakirin ku ev alîkarî ji bo demeke dirêj nikare bersivê bide pêwistiyên wan û ji Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Herêmî xwestin ku bikevin nava tevgerê.
Li Şengal û derdora wê ku ji niha ve pirsgirêka xwarinê rû da, eger NY û hikûmeta herêmî nekevin nava tevgerê, wê bi sed hezaran koçber rojên zor û zehmet bijîn.
Li Şengalê her wiha pirsgirêka elektrîk û benzînê jî xwe daye der û ev 4 roj in navçe bê elektrîk e.
Daxuyaniya Karayilan
Di vê navberê de daxuyaniya duh a Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, ku ragihandibû ew ji bo parastina Şengal û gelê Başûrê Kurdistanê amade ye û ji PDK û YNK'ê xwestibû ku ji bo gerîla vê parastinê bike, derfetan biafirîne, ji aliyê gelê Şengalê ve bi coş û moraleke mezin ve hat pêşwazîkirin.
Gelê Şengalê û koçberên ji Telafer ên ji me re axivîn, ji ber berxwedana YPG'ê ya li Rojavayê Kurdistanê li dijî çeteyan nîşan da û derbên giran li çeteyan dan, ew ji wan gelekî bi bawer in.
ŞENGAL