Li Cizîrê, sûrên xwedî dîrokeke 6 hezar salî jî ketine ber zilma dewleta Tirk. Dewleta Tirk ku li her dera ji destê wê tê, çand, ziman, dîrok û mîmariya Kurdistan û miletê wî Kurdan tine dike, li cizîrê vê yekê bi xemsariyê dike. Xemsariyeke ku armanca wê du tişt in: ya yekê bi demê re rûxandin û tinekirina Sûrên Cizîrê, ya diduyê wan veguherîne kavilên sergo û mekanê tiryakkêşan.
Li navçeya Şirnexê Cizîrê ku navenda Mîrîtiya Botanê bû, Sûrên dîrokî ji beriya Mîrîtiyê mane. Ew xwedî dîrokeke qederê 6 hezar salan in. Lê niha li ber bi temamî hilweşînê ne. Qaşo dewleta Tirk ev dever kirine devera SÎT a dîrokî, lê pirraniya deverên van sûran êdî hilweşiyane. Jixwe, artêşa Tirk 160 salan ev sûrh û birca Belek bi kar anîbûn û gelekî zirar dabû herduyan.
Bi hewldanên şaredariya BDP’î ya hingê û hin rêxistinên civaka sivîl, di 12’ê Sibata 2010’an de sûrên artêşa Tirk ew dagirkirî, ji artêşê hatin standin. Lê belê rewşa îro, xirab e, sûrên mayî jî hildiweşin.
Nexasim jî li devera Birca Belek rewşa sûran qet nebaş e. Qismek ji dîwarên Birca Belek, di demên dawî de hilweşiyane û niha ji ber xemsariyê dever bûye sergo. Her wiha hêla Birca Belek di demên dawî de bûye mekanê tiryakfiroşan jî. Nexasim jî hêla ku ronahî lê tune, êvarî dibe bazara tiryakê û tiryakêşan.
ŞIRNEX