Di stranên şer, lawik û kilamên din de cîh û giranîya Mihemed Elîyê Kinê (Kercosî) Miradê Kinê û Reşîdê Mirtib, diyar e. Lê wa xwiyaye kêm mirtib dikarin nigê xwe li yê Ekremo bidin,  govendê xweş bikin û wek wî davetê li hev vegerînin. Perdê amûrê têra Ekremo nakin.

Balkêş e lê ne ecêb e ku piranîya huneremendên  bi Kurdî an ketine zindana an jî li dervî Kurdistanê mahkûmî  jiyanek penaberîyê bûne. 

Îca yek ji wan jî Hesen Tercan e ku bi xwe ji Torê ye. Bav û bapîren wî ji gundê Mizîzexê ne. Tor û Mizîzexê ji kevin de bi dengbêjên xwe têne naskirin. Û hîn  jî ev kevneşopîya hunerê didome.  

Hesen Tercan li Izmit, Seydişehir û  li Anatola Navîn zaroktî û xortanîya xwe dijî. Hîn 11 salî ye dest bi fotbolê dike û 18 salî jî li tîmê liga yekem a Tirkî – li Konyasporê, profesyonel fotbol lîstîye. Berya bi 23 salan jî koçber bûye hatiye Swêdê. 

Çi jiyana li nav Tirkan û çi jî li Swêdê be, Hesen Tercan pêwendîyê xwe bi welêt, êş, merez û pêşketinên Kurdistanê re nebiriye.  Loma jî bi Kurdîyek têr tahm dipeyive û lê dike. Stranên xwe bi xwe dinivîse.

Di 46 salîya xwe de Hesen CD ya duyemîn tomar dike. Şop û bandora Aramê Tîgran û Bavê Felekê aşkere ne. Derhênerî Hasan Salt pê rabûye û produktion ya Kalan Musîkê ye. Karê distrubutiona li Ewrûpayê MÎR Multimediya û ya Rojhilata Naverast û Kurdistanê jî SONY Musik pê radibe. 

 

Bi ahenga flamengo

Bi berhêmên CD ya duyemin ya sala 2015´an, ew  avê li gelek dilên sotî dike. ” Wa hatin”. Bi vê CD ya xwe Hesen meqesê xeta trênê guhertîye û xwerû bi Kurdî dibêje. Wê carê bi amûrên zêde musîk tomar kiriye. Her çiqasî Hesen bi Kurdî dibêje jî, bi hin stranên xwe, wek mînak ”Dînê” sînorên dunyaya  Kurdî têk dibe. Bi ahenga flamengo kêfa me guhdaran tînê.

Dilê hesen pêt e, birîndar e, êş jê difûre lê têr hêvî ye. Hesen Tercan xewna azadîyê, azadîya Kurdistanê li zinarê Mêrdînê dibîne.

Hesen bi xwe re pevdiçine; ” Yarê… bûn dostên min şevên tarî.”

Hesen Tercan hinekî nehekî li hunera xwe dike. Bê şik ger behtir katê xwe bide musikê, bixwîne û lê bikole, potansiyelek xurt li nik wî heye. Lewra her tiştên Hesen Tercan ji kîsî wî ne.

Sven Torsten mudîre dibistanê, beşê zimanê zikmakî ye. Birayê wî Klas Torstensson bi musîka xwe (kompositor) ne tenê li Swêdê navek naskirî ye. Min ji Sven Torstensson pirsî; ez dibînim ku tu gelek caran li musikê guhdarî dike. Ma  musik ji bo te çi ye? Bersiva Sven wiha bû: ”Ji bo min musik jiyan e.”

Min cardin jê pirsî; gelo tu li birayê xwe guhdarî dikî? Sven wilo bersiv da min: ” Hin stranên wî mirov dikare lê guhdarî bike.”

Wêca ez we û Hesen Tercan ji hevre dihêlim. Bi hêvîya ku hun li “Bi xêr hatin” guhdarî bikin. 



SEYIDXAN ANTER / VÄSTERVIK