ELÎ GEDRO / ANHA/ŞEHBA
Li Şehbayê zarokên Efrînî li ser paçekî 200 metro resmek çêkir. Çalakiya ji bo zarokan ji alî 3 şêwekaran Henîf Hemo, Erdelan Îbrahîm û Nûrî Ednan û ajansa Romaf a nûçeyan hate organîzekirin.
Nêzî 400 zarokên Efrînî hestên xwe û serpêhatiyên xwe yên li Efrînê û Şehbayê neqş kirin. Zarokan bi dilê xwe li ser paça 200 metreyî resm çêkir, hin ji wan jî bi şaxên zeytûnan navê Efrînê li ser tabloyê nivîsand.