Şêwekar Malke der barê mijara pêşangehê bilêvkir ku dîrok û çanda Mezopotamyayê diya hemû gelên li vir dijîn e û ev tişt gotin: “Dîroka Mezopotamyayê diya hemû gelên li vê derê dijîn e.” Malke der barê tabloyeke sembola asuriyan de wiha got: “Tabloya canegeyê bi bask dibêjin dema asuriyan sembola wan bû. Wêneyê sembola canege hêz ê temsîl dike. Serê însan û şiklê çengê teyr, gewda ga û şêr. Ev wêne vî gelî sembol dike; wekî însan bi aqil in, wekî teyr jêhatîne, wekî ga bi quwet in, wekî şêr qral in.”
Muzîka herî kevn
Malke da zanîn ku dîroka Mezopotamyayê dîrokeke dewlemend e û li gorî texmînan yekem car sumeran amûrê muzîkê bi kar anîne û wiha pê de çû: “Goristanên sumer, babîl û akadan de amurê muzîkê hatiye dîtin. Di sûmeran de muzîk 3 hezar sal beriya niha hebû. Hunera wan e û wisa tê texmînkirin ku li cîhanê muzîka herî kevn a sumeran e.
NAVENDA NÛÇEYAN/AMED