Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, bi bîr xist ku hişmendiya serwer a Tirk ku di rewşa heyî de hemû heyîna xwe û şer li ser dijminahiya Kurdan dewam dike, êdî li ber hilweşînê ye û got, “Bi teqez ev dawiya hişmendiya faşîst û vê siyasetê ye.”

Dûran Kalkan bû mêhvanê bernameya Dilistan a radyoya Dengê Welat û bersiva pirsên rojnamevan Ciwan Tunç dan. Kalkan li ser hewldanên qirrkirinê yên dewleta Tirk got, “Ev ne qirkirineke mîna ya di sedsala 19´an û 20’an a li dijî Ermenî, Asûriyan e. Qirrkirinek hê ji wê dijwartir heye. Ji bo wê, Rêber Apo got; gelê di nava pençên qirkirina çandî de”.

Kalkan îşaret bi gefên Erdogan ên li dijî Rojava kir, gotina wî ya ji bo ewlekariyê tehlûke ye bi bîr xist û got, “Yanî wê li vê cîhanê Erdogan tenê bimîne. Ji bo wê wê li Kurdistanê bişewitîne. Ew ê li Tirkiye û hemû cîhanê bişewitîne. Ev hişmendiyeke faşîst a ji ya Hîtler dijwartir e. Dibêje ; ‘yek, yek, yek’. Ev qirrkirin, vê hişmendiyê ew daye avakirin. Hişmendiya Îttihat û Teraqî ev e.”

Ev rejîma Tirk jî diçe

Kalkan bi domdarî got ev rejîm wê nemîne û wiha peyivî: “Çareserkirina pirsa Kurd, azadbûna Kurdistanê, jiyankirina gelê Kurd a bi vîna xwe li nava gelê cihanê; tê wê wateyê ku ev hişmendî û siyaseta faşîst û qirrker têk biçe.

Dema em li rewşa Erdogan dinihêrîn, em dibînin ku di nava qirrkirina ji bo gelê Kurd amade kirî de, maskeya wî ketiye, hişmeniya wî hatiye teşhîrkirin, wî dawiya xwe aniye, wê di demeke kin de ji dîrokê biçe.”

Ocalan esas e

Kalkan diyar kir ku bêyî berxwedanê ti tişt nayê bidestxistin û wiha pê de çû: “Li derve jî li zindanan jî rojê 24 saetan berxwedan heye. Rêhevalên li zindanan jî divê li ber xwe bidin. Fêmkirin û sekna rast berxwedan e, xwebirêxistinkirin, xweperwerdekirin û piştgiriya ji bo kesên bindest berxwedan e. Li ku derê çi hewce be divê ew tişt were kirin. Heke ev axaftinek be, tevgerek be, helwêstek be, greva birçîbûnê be, heke çi be, divê ya rast bê kirin.”

Kalkan herî dawî, gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo gerîlayan bi bîr xist û got, “Gerîla bila dil û mejiyê te zexm be, ev ji bo hemû şoreşgeran lê ye û ev gotin esas e.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN