
BÎRCAN DEGÎRMENCÎ
Bi organîzasyona Navenda Çanda Mezopotamyayê, 3. Rojên Çand û Huner 25´ê Cotmehê dest pê kir. Çalakiyan bi pêşangeha hunermend Murat Satilmiş a li Restoranta Cezayîrê dest pê kir, bi panela “Di Rewşa Awarte de Huner”, filma derhêner Reyan Tuvî ya bi navê “Cihê lê girî nîne“, kurtefilmên bi navê “Qemçurçi” û “7 Roj Şev” û konsera Şahiya Stranan dewam kir.
Panela “Di Rewşa Awarte de Huner” li Restoranta Cezayîr bi beşdariya Serokê berê yê Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amed Cevahîr Sadak, şanoger Berfîn Emektar, zimanzan Samî Tan û hunermend Agît Işik bi rê ve çû. Hunermend Sanatçı Genim Îldan moderatoriya panelê kir. Cevahir Sadak bi gotinên “Çi tesadufek e ecêb e ku îro, dema ku min xwe amade dikir bême vir, li medya civakî, tişta ku beriya salekê min li ser dorgirtina li şaredariyê par ve kir, ji nû ve hatine bibîrxistin” dest bi gotara xwe kir.
SAdak bi bîr xist ku dema sala 1999’an dema wan şaredarî bi dest xistin, ji bilî kêmasiyên binesazî û teknîkê, biryar dabû kêmasiyên hunerî û çandê jî temam bikin û gotara xwe li ser van xabetan çand û huner ên di navbera 1999 û 2016´an de veqetand. Sadak bi 45 wêneyan saziyên şaredariyê vekirî, organîzasyonên festîvalan, rojên wêjeyê, şahiya şanoyê ya di navbera lîseyan de, pêşbirka metnan a Kurdî, Konservatuwara Bajêr a Aram Tigran, Mala Dengbêjan, Pirtûkxaneya Mehmed Uzun û Muzexaneya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa dan nasîn.
Em ji nû ve li xwe vegeriyan
Sadak bi bîr xist ku wan tevî NÇM û Anadolu Kulturê xebatên hevpar bi rê ve birine. Sadak got, ji sala 2003’yan heta bi sala 2017’an ku şaredarî hatin desteserkirin, gelek keda wî di kar û xebatan de hebûye, û wiha peyivî: “Di warê hestan de em ewqasî lê bûbûn xwedî, em ew qasî li ber ava wê çûbûn ku ji bo me bi carekê hemû qut bû. Weke ku hemû xewnek be, ji kaxezê be her tişt. Sê, çar mehan em bi vê şokê man. Paşê hîna nû em hatin ser hişê xwe li xwe vegeriyan.”
Sadak da zanîn ku şanoger û muzîkjen ji nû ve di bin banekî de hatine cem hev, hunermend hîna xebatên xwe dewam dikin û berhemên xwe pêşkêşî xelkê dikin û got, “Îro li vir em mînakeke vê yekê dibînin. Ev jî me xurt dike.”
Diviya li derveyî şaredariyê jî meydan hebûya
Zimanzan Samî Tan jî got, destketiyên serdema şaredariyan zêde xuya nakin û wiha peyivî: “Xweziya hin tişt li derveyî şaredariyan me karîbûya bimeşînin. Me saziyên xwe karîbûya xurt bikirana.” Tan got, dibe ku dîsa dest werdin, her tişt girêdayî Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) de ye û wiha dewam kir: “Saziya Zimanê Kurdî ji sala 1992´yan ve heye. Dikarîbûn şevekê bên deriyê wê bişkînin. Dikarîbûn dest deynin ser. Ev ê bivênevê bibûya.”
Tan bi bîr xist ku di salên 80´yî de ji bo zimanê Kurdî navend Ewrûpa bû, lê salên 90´î li Kurdistanê Amed û li Tirkiyeyê Stenbol bûye û ev gotinên hanê kirin: “Her ku çû mezin bû. Weke zêhniyet û çand jî bajar Kurdî dibûn. Ji bo zarokan dergûşxaneyên weke zarokistanê, dîsa di warê stratejîk de dibistanên taybet girîng bûn. Ev yan hatin girtin, yan jî hatin marjînalkirin.”
49 saziyên zimên hatin girtin
Tan da zanîn ku 49 Saziyên Zimanê Kurdî hatine girtin û li van saziyan salê 10 hezar kesî dersên zimên distandin. Tan bi bîr xist ku di her serdemî de li dibistanan zimanê Kurdî fermî hatiye qedexekirin û wiha peyivî: “Her sîstemê ya din gunehbar dikir. Sala 2011´an giştînameyek hat weşandin. Tê de gotin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wê welêt parçe bike û em ê vî mafî ti carî nedin. Wan gotibû, ev daxwaza PKK´ê ye, ji ber vê em ê destûrê nedin ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Tişta îro xwe dayî der nîşana vê bi xwe ye.”
Divê em li meydana sivîl kar bikin
Tan li ser girîngiya xebatên zimên got, “Heger em bibînin ku xebatên zimên xebateke stratejîk e, em ê bibînin ku ew binezasiya çand û huner û saziyên wan e jî. Niha jî li pêşiya me astengî hene. 310 xwendekarên me hebûn. Saziyên me girtin. Me vê payîzê dest bi perwerdeya wan kir,. 150 xwendekarên me hene. Kovara Zendê kete çapê. Kurd bi saziyên xwe li ser piyan in. Divê em siyaseta xwe li gora vê bi rê ve bibin. Desthilatdariya heyî dibe ku destketriyên me desteser bike, lê belê, li hemberî vî divê em hemû kar û xebatên xwe li derveyê birîveberiya dewletê li meydana sivîl ava bikin.”
Bi tevahiya xurtiya xwe em li ser piyan in
Şanoger Berfîn Emektar jî bi gotinên “Ma ji bo Kurdan kengî Rewşa Awarte nebû?” dest bi gotara xwe kir û got, “Ji bo me Rewşa Awarte her hebû. Lê me diviyabû li ser helwêsta ku em ê bibin xwediyê wê serê xwe biêşanda. Lê em di nava sistiyekê de bûn. Kengî şaredarî ji dest me çûn, pêşî em şaşwaz bûn.” Emektar paşê wiha dewam kir: “Belkî niha dikên me, dekorên me yên muezam nînin. Lê em bi tevahiya hêza xwe li ser piyan in. Ne tenê şano, li tevahiya warên hunerî de me xwe ji nû ve ava kir û bêyî ku rawestin, xebatan dewam kir.”
Me pêşiya xwe nedît
Emektar got, Rewşa Awarte ji nû ve dest pê kiriye, bi wî rengî ku faşîzm zexmtir bûbe û wiha peyivî: “Ne ku tenê şaredarî hatin desteserkirin, gelek sazî û dezgehên me yên xweser jî desteser kirin. Xweziya me karîbûya bi modeleke alternatîf karîbûya wan derfetan bi kar bînin. Xweziya me li Amedê deh komên şanoyê damezranda û destek bida wan. Xweziya me pêşiya xwe bidîta. Tenê li şaredariyê û tenê ji bo yek komê derfet hatin terxankirin.”
Ruhê Amedê guherî
Emektar bi bîr xist ku berê bi derfetên mezin wan organîzasyonên mezin ên mîna Hamlet pêk anîne û wiha axivî: “Niha em bi produksiyonên pişûk karê xwe dewam dikin. Temaşevanên me bi heman ruhî tên. Mafê me nîne em bibêjin, em herin mala xwe rûnên, dev ji şanoyê berdin. Ne mafê ti hunermendî ye ku vê gotnê bike. Ya rastî, Amed bi rengekî ji rengan li xwe vegeriya. Xwestin bi girtina saziyan psîkolojiya xelkê têk bibin. Dibe ku derfetên me kêm bin, lê ruhê Amedê guherî. Awayekî rast ê xwedîderketina li hunermendê wê jî heye. Heger tu bi gelê xwe re bimeşî tu dikarî bibî hunermend. Bi rengê din hunermendî têgeheke cihê minaqeşeyê ye. Di dîrokê de jî her wiha bûye. Tê xurt bibî, hilweşî û paşê xwe ji nû ve ava bikî. rêwîtiya hunermendên Kurd bi NÇM´ê dest pê kir. Îro jî em bi wê hêzê kar dikin. Li hemberî xelkê em rûreş nebûn.”
Hunermend divê serfiraz be
Hunermend Egîd Işik jî got, nabe ku hunermend li gorî rewşên awarte helwêsta xwe diyar bike, divê ew serfiraz be û wiha peyivî: “Dema hunermend bibêje, bila cihê min xweş be, ha hingê pirsgirêk dest pê dike. Rewşa Awarte veguher çarenûsa Kurdan. Dibêjin, bi zimanê xwe bibêjin, lê nebêjin Kurdistan. Em ê ji van şertên Rewşa Awarte serfiraz derbas bibin. Carinan ji hunermendan tê xwestin ku berhemên siyasî bidin. Bi ya min di van şertan de helwêsta herî siyasî dewamkirina xebatan e. Ev çend sal in ku ez li Stenbolê me. Keft û lefteke hunermendan heye, lê di civakê de sistiyek heye. Şîroveyên bi vî rengî hene; Di van şert û mercan de pêdivî bi muzîkê nîne. Ez di vî warî de civakê rexne dikim.”
Pêşandana filmê û konser
Piştî panelê li Yapım 13’ê filma derhêner Reyan Tuvî ya bi navê “Cihê girî nîne” û kurte filmên bi navê “Qemçurçi” û “7 Roj Şev” hatin pêşandan. Li Navenda Çandê ya Şîşlî jî bi konsera bi navê Şahiya Stranan a hunermendên NÇM´ê çalakiyê dewam kir. Rojên Çandê wê heta 29´ê Cotmehê dewam bikin.