Çalakvana civaka sivîl, Asîme Zêbarî got, jin dikarin ji bo pêkanîna kongreya neteweyî bi roleke baş rabin. Asîme diyar kir ku li ser daxwaza dagirkeran, kongreya neteweyî ya Kurdistanê nacive.
Daxwazên welatî, çalakvanên civaka sivîl û rewşenbîran yên ji bo pêkanîna kongreya neteweyî her dewam dikin. Li ser vê mijarê çalakvana civaka sivîl ya herêma Bradostê, Asîme Zêbarî qala nêzîkbûna aliyên Kurd û lidarxistina kongreya neteweyî kir û got: “Lidarnexistina kongreya neteweyî, dibe destketiyek ji bo dijminê gelê Kurd.”
Asîme Zêbarî diyar kir ku dijminê gelê Kurd dixwaze aliyê Kurdan ji hev cuda bike û wiha peyivî: “Li ser daxwaza dagirkeran kongreya neteweyî nayê lidarxistin.”
Çalakvana civaka sivîl ya herêma Biradostê Asîme Zêbarî herî dawî jî qala rola jinê kir û got: “Jin dikare bi roleke baş rabe. Jin dikarin di nava aliyan de ji bo lidarxistina kongreya neteweyî baş hewl bidin.”
ROJNEWS / HEWLÊR