Bi tikandina çend bişkokên li ser kompûterê polîsê Tirk dikare bi rehetî li telefonan guhdarî bike, peyaman taqîb bike, li ser înternetê xelkê bişopîne. Ev hemû jî bi xêra bernameyeke sîxuriyê ya Elman e. Li ser giliyê şaxê rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) yê Elmanyayê, Civaka ji bo Mafên Azadiyê (GFF), Navenda Ewrûpî ji bo Mafên Destûrî û Mirovî (ECCHR) û netzpolitik.orgê derket holê ku ev bernameya sîxuriyê neqanûnî hatiye firotinî Tirkiyeyê.
Van rêxistinan 5´ê Tîrmehê giliyê rêveberiya şirketa FinFisher GmbH, Finfisher Labs GmbH û Elaman GmbH kir. Sedema gilî ew e ku van şirketên hanê ku hemû jî bi hev ve girêdayî ne, bêyî destûra hikûmeta federal bernameya sîxuriyê ya bi navê FinSpy firotiye hikûmeta Tirk.
Beriya çendekê jî dozgeriya Munchenê li dijî van şirketên li Munchenê doza lêpirsînê da destpêkirin. Di encama dozê de dibe ku 5 sal ceza li berpirsên vê bazara neqanûnî bê birrîn yan jî cezayê pere li wan bê birrîn.
Rêveberê RSF a Elmanyayê Christian Mihr dibêje, ev skandalek e ku bernameya sîxuriyê ya Elman li dijî muxalifan û rojnameyan hatiye bikaranîn. Skandaleke din jî ew e ku derket holê, rayedarên Elman di meseleya îxracatan de kontroleke bi rastî nakin. Li gorî Miriam Saage-Maaß a ji ECCHR´yê, jixwe cezakirin û taqîba cezaî li dijî van sûcan li Ewrûpayê pirr zehmet e, û ew doza guherandina qanûnan dike. Miriam Saage-Maas encamên xirab ên li dijî mafê mirovan bi bîr dixe û dixwaze ev bi lezgînî biqewime.
Sendîkaya karmendan a Elman Ver.di´yê jî li ser mijarê fikarên xwe parve kirin.
MUNCHEN