SEMÎRE ŞEHABÎ / ROJNEWS / SILÊMAN
Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê ya navçeya Seyidsadiq, Dr. Mecîd Xelîl got, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê ji dema komkujiya Zergelê ve rawestanda, lê li dewsa vê yekê, bêdengî bijart. Her wiha Dr. Mecîd Xelîl derbirî ku divê gel li dijî dagirkeriyê dakeve meydanan û bi yek dengî daxwaza derxistina dagirkeran ji welêt bike.
Dr. Mecîd Xelîl diyar kir ku pêwîst e li ser van jenosîdên bi destê dewleta Tirk li dijî gelê Kurd, vekolînek hebe û wiha peyivî: “Pêwîst bû ji komkujiya Zergelê ve hikûmeta Herêma Kurdistanê peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê qût bikirana. Lê, bêdengî bijart. Heta ku herî dawî hevalê xebatkarê gelê Kurd, Zekî Şengalî hate şehîdkirin. Lê, dîsan her bêdeng e.”
Serokê Beşa Dîrokê ya Fakulteya Zanista Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê ya navçeya Seyidsadiq, Dr. Mecîd Xelîl herî dawî bang li gelê Kurd kir da ku li dijî dagirkeriyê û ji bo rawestandina êrişan bi yek dengî dakeve meydanan. Her wiha got, divê navendên akademî metirsiyên van êrişan ji bo gelê Kurd rave bikin.