Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Colemêrgê Geverê derbeke giran li leşkerên Tirk da. HPG’ê got, di çalakiyê de 13 eskerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê got di çalakiya hêzên gerîla ya li Geverê de 13 eskerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.
HPG’ê got, “Hêzên me roja 29’ê Tîrmehê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakiyên bi bandor kirin.
Hêzên me saet 10:30’an li dijî yekîneya operasyonê ya li derdora Girê Şehîd Sarya yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakiyek kir. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.
Li Geverê derba giran
Hêzên me saet 11:30’an li dijî konvoya zirxî ya artêşa TC’ê ya dagirker ku ji Qereqola Astenga Reş ber bi Qereqola Wargenima ya Geverê ve diçû, çalakiyek kir. Di vê çalakiya sabojatê de wesayîteke zirxî hate rûxandin û 13 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran herêm gulebaran kir û bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.
Kobra reviya
Roja 29’ê Tîrmehê saet navbera 21:00 û 23:00’an artêşa TC’ê ya dagirker gelek wesayîtên zirxî sewqî Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê kir. Di dema vê sewqiyatê de helîkoptera tîpa kobra ku bombe li herêmên Xeregol û Şelalê barand bu hedefa hêzên me. Hêzên me bi giranî li helîkopterê da û helîkopter neçar ma ji herêmê dûr bikeve.
Hêzên me li herêma Botanê, roja 28’ê Tîrmehê saet 17:15’an li dijî wesayîteke ku alavên leşkerî ji Qereqola Şûxa ya navçeya Berwarî ya Sêrtê re dibir, çalakiyek kir. Bi serketî li wesayîta dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin.
4 gerîla şehîd bûn
Roja 27’ê Tîrmehê saet 09:30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma gundê Cangiza yê navçeya Tetwan a Bedlîsê barandin. Di vê bombebaranê de 4 hevrêyên me şehîd bûn. Piştî bombebaranê artêşa TC’ê ya dagirker li herêmê operasyon da destpêkirin. Operasyon heman rojê saet 14:30’an ji herêmê vekişiya. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.”
ANF / BEHDÎNAN