Partiya Azadiya Demokratîk a Êzîdiyan (PADÊ) bi wesîleya cejna Êzî li Şengalê serdana partiyên Şengalê kir. Parlamenter Feleknas Uca jî hêvî kir ku cejn bibe wesîleya rizgarkirina jinên dîl.

Heyeta PADÊ, destpêkê çû serdana Partiya Pêşverû a Êzîdiyan. Heyet ji aliyê berpirsê PPÊ´yê Seîd Betûş ve hat pêşwazîkirin.

Têkildarî serdanê li ser navê PPÊ´yê, Seîd Betûş got, “Em ser bilind in ku îro PADÊ wek partiyeke Êzîdiyan serdana me kiriye. Em vê serdanê wek pêngaveke girîng ji bo yekîtiya Êzîdiyan dibînin.

Heyeta PADÊ paşê Tevgera Çareserî û Pêşverû ya Êzîdiyan (TÇPÊ) jî ziyaret kir.

Heyet ji aliyê endamê Polîtburoya TÇPÊ´yê Osman Qasim ve hat pêşwazîkirin. Osman Qasim der barê serdanê de got, “Em kêfxweş in. Wek partiyên Êzîdiyan em hêvîdar in pêkve di bin sîwana Êzîdîtayê de hevdu bigirin û em karibin xizmetê ji gelê xwe re bikin.

Li ser navê PADÊ´yê Mirad Xelef jî got, “Em wek PADÊ ji bo pîrozkirina cejna Êzî û xurtkirina tifaqa Êzîdiyan îro me serdana partiyên siyasî yên Şengalê kir. Me di vê serdanê de behsa yekîtiya Êzîdiyan kir.”

Mirad Xelef di dawiya axaftina xwe de Cejna Êzî li tevayî civaka Êzîdiyan pîroz kir.


Hêviya ku cejna Êzî bibe wesîleya azadiya jinan

Parlamentera Amedê ya HDP’yî Feleknas Ûca jî Cejna Êzî ya civaka Êzîdî bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Ûca got, “Êzîdiyên ku piştî êrîşa DAIŞ‘ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an neçar man koçî Rojava, Tirkiye û Ewrûpayê bikin, îsal jî neçar man Cejna Êzî li Rojava, Tirkiye û Ewrûpayê pîroz bikin. 

Li axa qedîm a Şengalê Meclîsên Gel ên Êzîdiyan hatin avakirin û civaka Êzîdî dest bi rêxistinkirin û avakirina saziyên xweser ên xwerêveberiyê kir. Li ser vê bingehê, em hêvîdar in ku civaka Êzîdî ya li derveyî Şengalê, cihê xwe di nava vê sîstema demokratîk a Şengalê de bigire û tevkariyê li avakirina sîstema xweseriya demokratîk bike.”

Ûca di dawiyê de hêviya xwe anî ziman ji bo ku Cejna Êzî bibe wesîleya rizgariya jinên hê jî di destê DAIŞ‘ê de ne. 


ŞENGAL