Piştî du salan welatiyên Girê Spî ji bin zext û zilma çeteyan rizgarbûn û carek din pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkman û Ermenan jiyana xwe ji nû ve ava dikin. Piştî ku Mala Gel, Meclisên herêmî yên Rûspîyan,  Şarederî û her wiha navendên parastinê  hatin avakirin, êdî gel xwe bi xwe pirsgirêkan bi rêya van saziyan çareser dikin.

Welatiyê bajarê Girê Spî Nayif Muhemed El Şewab bi eslê xwe Erebe karê dirutina cilan dike û diyar kir ku rewşa bajar niha pir baş bûye û em jiyana xwe bi aramî berdewam dikin û wiha got: “Piştî hatina YPG’ê êdî aliyê nefsî û psîkolojîk de em rehetin. Ji ber ku piştî du salan cara yekemîne em di jiyaneke ewle bê tirs jiyan dikin.”

Nayif ragihand ku pêl bi pêl gel vedigerin malên xwe û wiha pêde çû: “Pêdiviyên jiyanê her ku diçe baştir dibe. Mazot û benzîn pir erzan bûye û gelek pêdiviyên din yên jiyanê hêsanî bûne. Em ceyranê ji cenetora ku ji aliyê Mala Gel û Şaredariyê ve hatine danîn digrin, Mala Gel soz dana di demên pêş de pirsgirêka ceyranê jî çareser bikin. Bîrên avê hatine kolandîn lê hîna av têra herêmê hemû nake.”

Omer Hec Ahmed ji Kurdên Girê Spî ye dikana wî ya caw (kumaş) heye û diyar kir ku piştî bajar ji çeteyen hate rizgarkirin rewşa pir hatiye guhartin û her diçe baş dibe û wiha got: “Beriya niha ji ber zextên çeteyan em ji her tiştên heyî mehrum bûn. Me çi kiriba çeteyan pêwîst me hesab dabûya çeteyên DAIŞ’ê. Lê niha her kes azade û kes hesab nade kesekê hemû pêkhate bi hevre jiyan dikin.”

Jina bi navê Fatma Muhemed bi eslê xwe Erebe bal kişand ser zext û zilma çeteyên DAIŞ’ê û wiha got: “Rewşa me berê pir xirab bû, ji tirsa çeteyan me ne dikarî ji malê xwe derkevin, her wiha destûr ne didan  zilamên me kar bikin.  Lê piştî YPG’ê jiyana me ji nûva vegeriya û êdî nefesa me rihet derdikeve û bi demê re jiyana me xweştir dibe.”

Mamosteyê dibistanê Ismaîl Ceradî jî destnîşan kir ku beriya YPG’e were pirsgirêkê wan yên jiyanî pir bûn û çeteyên DAIŞ`ê zilm li gel dikir û lê niha pirsgirêkên me hêdî hêdî têne çareser kirine.

Ceradî anî ziman ku wan ji ber çeteyan ava paqij ne dîtine û wiha got: “Ev çar sale me av nedîtiye,lê niha pirsgirêkên avê têne çareser kirin.”derbasî lîga 2’yemîn bibin.“   


WARŞÎN SALIH/ANHA/GIRÊ SPÎ