Di rûniştinê de Sedat Darga diyar kir ku ewê bi zimanê zikmakî parastina xwe bike û der barê têkildarî îfadeyan de biaxive û wiha got: "Ji bo ewqas mirovan bidarizînin îdîaname hatiye amadekirin. Şahidê veşartî Korkmaz ez im. Min di rûniştina ewil da jî ev yek got. Lê li ber çavan nehate girtin. Tiştên li ser navên min hatin gotin tu eleqeya wan bi rastiyê tuneye. Îfadeyên min di binçavan de bi zextên fizîkî û psîkolojîk dayîn weke şahidê nepen nivîsîn e. Li ser îfadeyên min wê ji gelek kesên ez nas nakim re ceza bê dayîn. Min derbarê karmendên îfadeyên min girtîn de serlêdana suc kir. Lê heta niha tu tişt nehatine kirin. Ez ji bo xwe tiştekî naxwazim. Ya wijdana min qebûl neke gelek kes ji ber min wê ceza bigirin e. Dibe ku ji bo ceza dayîn we xwe zelal kîrîbe. Lê wijdana min vê yekê qebûl nake."

Parêzer Fethî Gumuş jî diyar kir ku divê gotinên "şahidê veşartî Korkmaz" li ber çavan bên girtin û di bingehan dozê de ev îfade hene. Parêzer Mesut Beştaş jî diyar kir ku îfadeyên şahidê veşartî bingeha îdîanameyê pêk tîne û divê piştî van îfadeyan ji îdîanameyê bên derxistin. Beştaş, anî ziman ku muwekîlên wan mafê xwe yê parastinê bikarnaynin û ji bo darizandinê ev maf ê sereke ye.

DÎHA/AMED