Hevserokatiya KONGRA GEL bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrîşên ji destpêka meha Adarê û vir ve li hemberî Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê tên kirin û got, “Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên jê destekê digirin, ku li pêşberî şoreşa Rojava têk çûn, bi dorpêçana Kantona Kobanê re dixwazin têk bibin. Bi vî rengî dixwazin weke lingê destpêkê yê konsepta têkbirina şoreşa Rojava li Kobanê encamê bi dest bixin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Gelê Kantona Kobanê û hêzên YPG’ê heta niha bi berxwedaneke mezin hemû êrîşên çeteyan ên vê planê pûç kirine. Lê belê çete û hêzên destekê didin wan di van polîtîkayên xwe de hînê bi israr in.”

Banga seferberiyê

KONGRA GEL diyar kir ku ji ber vê yekê divê gelê Kurdistanê li ser bingeha xwedîderketina li Kantona Kobanê seferber bibe û ev xal destnîşan kir: “Gelê Başûrê Kurdistanê pêwîste li hemberî polîtîkayên PDK’ê yên li dijî şoreşa Rojava dakeve qadan, dengê xwe bilind bike û bêje ‘êdî bese’.
Gelê Bakurê Kurdistanê li dijî polîtîkayên dorpêçandina Kantona Kobanê pêwîste bi çalakiyên bi bandor rabe ser piyan. Di serî de Riha-Mêrdîn û Dîlok, divê gelê me yê li herêmê di mijara xwedîderketina li Kobanê de xwe berpirsyar bibîne.
Di vî warî warî de berpirsyariyeke gelekî girîng dikeve ser milê gelê me yê li Ewropayê jî. Pêwîste em bibin dengê Kobanê û vî dengî li tevahiya cîhanê bidin bihîstin.
Ji bo Kantona Kobanê em vê bangê li gelê me yê li Ewropayê dikin;
Ji bo bibe dengê gelê Kobanê, bi pêşengiya ‘Ciwanên Azad’, bi şiyara ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Xwedîderketina li Kantona Kobanê’ di 12’ê Nîsanê de li bajarê Almanya Duisburgê wê meş û mîtîngek bê lidarxistin.
Divê gelê me bi hêzeke mezin beşdarî vê meş û mîtîngê bibe. Li dijî van planên bi xwîn û tarî yên di ser Kobanê re hewl tê dayîn li hemberî tevahiya şoreşa Rojava were meşandin, divê gelê me xwedî li Kobanê derkeve.”

ANF/BEHDÎNAN