Malbatên Yûsûf Şik û Remezan Baran ên di êrişa qirker a dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi dayina mewlûdê şîna xwe bi dawî kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD), 5’ê Çile, navê 11 şervanên xwe yên ku di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kiribû. Yûsûf Şik (Xebat Karker) jî yek ji van şervanan bû. Malbata Şik ji bo kurê xwe yê di 13’ê Cotmeha 2019’an de li Grê Spî jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Temiran, Malbata Remezan Baran (Rojhat Amed) jî ji bo kurê xwe yê ku di 2’yê Çileyê de li Hesekê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Dîcleyê beriya bi sê rojan şîn danîbûn.

Malbatên Şik û Baran doh bi dayîna mewlûdê şîna xwe bi dawî kirin. Endamên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û gelek welatî beşdarî mewlûdê bûn.

 

AMED