SOLÎN REŞÎD / ANHA/HELEB
Bi armanca danasîna komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Kongreya Star a şaxê Helebê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê du dewreyên perwerdeyê vekirin. Dewreyek taybet ji jinên Ereb re hat vekirin. Dewreyê bi navê şehîd Nûda Ocalan bi hate navkirin. Dewreya duwem jî taybet ji bo jinên rêveber, hevserokên partiyan, meclis û saziyan hat vekirin. Dewre bi navê şehîd Viyan Soran hate vekirin.
Dewreya şehîd Nûda Ocalan ji 20 jinan pêk tê. Dewre dê 15 rojan bidome.
Jinên beşdarî perwerdê bûne, waneyên; Girîngiya Perwerdê, Civaka Xwezayî, Dîroka Jinê, Civaka Zayendî, Jineolojî, Dîroka Sûriyê, Dîroka Kurdistanê, Rastiya Rêbertî, Şerê Taybet, Neteweya Demokratîk, Welatparêzî, Parastina Rewa, Islûb û Xîtab, Rexne û Xwerexnekirin, Rêveberî û Rêxistin û Hevpeymana Kongreya Star.
Dewreya girtî ya rêveberên saziyan ji 32 endaman pêk tê. Di dewreyê de waneyên têkildarî Manîfîstoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Ocalan hate dayîn.Tê payîn ku dewre 18 rojan dewam bike.
Têkildarî vekirina dewreyan û armancên vekirinê, rêvebera Kongreya Star Fatimê Hesen axivî û got: “Bi rêya perwerdeyan jin dikarin civakê birêve bibin, pêşbikevin û asta têkoşîna rizgarkirina Rêbertî bilind bikin.”