Bi beşdarbûna bi dehan welatiyên bajarê Qamişlo Koma Jîn a Şanoyê ya girêdayî navenda Çand û Huner a bajarê Qamişlo ya Mehemd Şêxo li navenda xwe şanoyeke bi navê “Biborînin Mem û Zîn” ku di naveroka wê de rewşa zewacê ya di dema niha de şîrove dike pêşkêş kir.
Di şanoyê de heskirina di navbera ciwanenkî bi navê Mem û keçeke ku navê wê Zinê di dide nîşan dan, xewna Zîn ku jiyaneke cuda li dewletek a Ewrupa jiyan bike. Lê ji ber zehmetiyên ku herêmê niha tê de derbas dibe Mem nikare xewna wê bi cîh bîne û di dawiyê de her du ji hev dur dikevin.
Şanoya ku 6 şanoger cîh digre seatek dewam kir.
Tê payîn ku piştî 20 rojan heman şano dê li heman cihî were pêşandan.
ANHA/QAMIŞLO