
Hewraman got: “Me gelek welatiyên bêxwedî mane, bapîr û dapîrên li derve birçî hatine hiştin dîtin. Gelê Êzîdî beriya niha jî rastî fermanan hatibû, lê ev fermana dawî ji yên din cudatir bû. Zarok ji ber birçîbûn û sermayê mirin. Ev rewşeke ku nedihat qebûlkirin bû.”
Her ku em bi gelê Êzîdî re man û li gel wan di eniyên pêş de şer kir, min hîn zêdetir çanda Êzdayetiyê nas kir. Bi êrîşên çeteyan re baweriya welatiyan zêde nemabû. Pirsên wekî, ‘gelo emê karibin careke din li Şengalê bijîn an na, emê karibin azad bikin an na?’ dikirin. Beriya fermanê hêzeke ku wan bi parêz e nebû. Lê bi naskirina gerîla û çanda PKK’ê re baweriya Êzîdiyan a li hemberî wan zêde bûn. Hêza parastinê ya aydî Şengalê ava kirin.”
Hewraman, destnîşan kir ku armanca çeteyan tunekirina çandek hezaran salan bû û wiha got: “Çanda Êzdayetiyê mîrateyek ji dîrokê ji bo me maye û nayê jibîrkirin. Me nedikarî destê xwe ji wan bikişînin. Çiyayê Şengalê jî vê çandê diparêz e û nehişt ku ev çand tune bibe. Bi têkoşîna gerîla re çeteyan nekarîn bigihîjin armanca xwe. Bi mudaxelekirina gerîla re pêşiya komkujiyên mezintir hate girtin.” Hewraman da zanîn ku li Şengalê heta niha hem li dijî çeteyan gelek operasyon û çalakî li dar xistine, hem jî di nava derfetên kêm de ciwanên Êzîdî hatine perwerdekirin û bandora wê gelekî çêbûye. Hewraman, anî ziman ku niha di operasyona rizgarkirina Şengalê de gelek ciwanên Êzîdî cîh digirin.
Tevgera rizgarkirinê didome
Hewraman bibîr xist ku operasyona rizgarkirina Şengalê didome û wiha pêde çû: "Ji bo rizgarkirina Şengalê em çalakiyan lidar dixin û pêş dikevin. Destkeftiyên mezin çêbûn. Armanc ew e ku gelê Êzîdî dîsa vegerin ser axa xwe. Operasyon niha ji aliyê Hêzên Berxwedana Hevpar ve tê meşandin. Divê ev rastî jî bê dîtin ku gerîlayên HPG’ê 5 mehin li çiyayên Şengalê gelê Êzîdî diparêz e, pêşiya komkujiyan girt û niha jî li eniyên pêş şer dikin. Şengal cihekî stratejik e, lewre çete her çiqasî liber xwe bidin jî, li Şengal û Roja şikestin, ewê ji Kurdistanê bêne avêtin. Ev çete biçin dojehê jî, emê li pey wan biçin û hesaba van tiştên hatine jiyandin ji wan bipirsin. Gelek zulm li gelê kurd kirine. Keç û xortên Êzîdî hîn di destê wan de ne. Ev ji bo me êşeke mezin e. Hêrs û kîna me mezin e. Hevalên me bi fedaîtî şer dikin. Lê pêşmerge hinek caran xwe paşve dikişînin. Ev helwestek rast nîn e.”
ANHA/ŞENGAL