Îsal zivistana me sar e, berfa spî hûr tê xwar e
Xemilandin deşt û zinar, kengî bi xêr tu bê bihar?
Nahêle berf em derkevin, em girtiyên roj û şev in
Xewam nayê em rakevin, kengî bi xêr tu bê bihar?

Helbestkarê nemir Cegerxwîn hingî ji zilm û zora dagirkeran bêzar bûbû, bi van gotinan hêvî û daxwaza xwe ji bo rojên azadî û bextewariyê diyar dikir. Vê zivistanê gelê Kurd jî ji zilm û zora dagirkeran zêde bêzar û zivêr bûye. Hikûmeta AKP’ê di vê zivistanê de lez da operasyonên leşkerî û siyasî, bi dehan ciwanên Kurd hatin kuştin û bi hezaran kes siyasetmedar û têkoşerên gelê Kurd hatin girtin.  Bi mehan e ku bi Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan re hevdîtin pêk nayên. 
Li hemberî vê yekê gelê Kurd jî li ber xwe dide.  Sê parlamenterên girtî jî di nav de, bi dehan girtiyên Kurd ketine greva birçîbûnê ya domdar. Li derve jî bi sedan kes ji bo aştî û azadiyê ketine grevê.
Berxwedana gel ne tenê bi rengê çalakiyên wiha, bi çalakiyên rengîn û zengîn pêk tê. Ji projeyên aborî û civakî bigire heta çalakiyên çandî û rewşenbîrî gelek xebat tên kirin. Qadeke têkoşîna gelê Kurd jî qada parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî ye. Gelê Kurd digel hemû êrîşên dagirkeran ên li ser ziman û nasnameya Kurdî jî têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê xwe geştir dike. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li gelek bajaran ji bo zimanê Kurdî gelek çalakî hatin lidarxistin. Ez bi xwe jî roja19’ê mehê li Êlihê û roja 26’ê mehê jî  li Edeneyê wekî axêver beşdarî du panelan bûm. Di her du panelan de jî bi sedan kes hebûn û beşdaran bi pirs û nirxandinên xwe nîşan da ku têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî her ku diçe geştir û hejmara têkoşer û evîndarên zimanê Kurdî zêdetir dibe.
Ev sê roj in, em di Konferansa Ziman a Neteweyî de ne.  Ji her çar parçeyên Kurdistanê û welatên din ên cîhanê, zanyar û zimanzanên Kurd, têkoşer û evîndarên zimanê Kurdî rewşa zimanê xwe dinirxînin. Beşdarên konferansê ji bo danîna nexşeyeke zimanî û amadekirina bernameyeke zimanî gotûbêjê dikin. Di encamê em hêvî dikin ku tevgereke akademîk û demokratîk a zimanî ya Kurdistanî derkeve holê. Di dawiya konferansê de dê encamnameyek were amadekirin û ev encamname dê pêşkêşî Konferansa Neteweyî ya Giştî were kirin.
Ji ber ku nûçe û nirxandinên der barê konferansê de bi awayekî berfireh di rojnameyê de cih digirin, ez naxwazim zêde agahiyan der barê konferansê de bidim. Lê ez dikarim bi kêfxweşî û serbilindî bibêjim ku nûnerên piraniya bîr û baweriyên siyasî û olî, hemû zaravayên Kurdî li konferansê amade ne. Bi vê pirrengî û pirdengiya xwe di warê çanda demokratîk  de Kurd ji gelek neteweyên Rojhilata Navîn pêşketîtir xuya dikin.
Kurd digel hemû polîtîkayên qirkirin û Têkşikandinê jî vê konferansê bi zimanê xwe pêk tînin û ji bo ku danûstandinê bikin pêdiviya wan bi zimanekî din nîn e. Ev jî bersiveke xurt e ji kesên ku dibêjin, “Kurdî ne zimanek e, gelek Kurdî hene û du Kurdên ji du gundên cuda jî ji hev fêm nakin.” Di vê konferansê de Kurdekî/e ji Culemêrgê yekî/e ji Xorasanê fêm dike, Kurdekî/e ji Semsûrê û yekî/e ji Silêmaniyê bi hev re gotûbêjê dikin.
Belê em ketin meha adarê, êdî zivistan bi dawî dibe û berfa li çiya û baniyan dihele. Çem û robar bi xumexum diherikin. Xweşî û ciwaniya suriştê hêviya azadiyê geştir dike.  Her wekî Seydayê mezin gotiye, “Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila/ Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar” Em jî niha li Navenda Çandê ya Cegerxwîn hewl didin hêviya aştî û azadiyê geştir bikin.