Bihara gerîlayan Adarê dest pê kir

Haberleri —

Adarê di çalakiyên gerîla de herî kêm 99 eskerên Tirk hatin kuştin. Di çalakiyên li seranserê Kurdistanê de hem çeperên eskerên Tirk û hem jî maşînên wan ên zirxî gelek caran bi temamî hatin rûxandin. DEMHAT TOLHILDAN / ANF / BEHDÎNAN Çapemeniya Tirk nexwaze bibîne jî, meha Adarê çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê herî kîm ruhê 99 eskerên Tirk stand. Bi sala 2018’an re şerê li Kurdistanê derbasî qonaxeke din bû. Li gorî daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, di meha Adarê de li Bakurê Kurdistanê di 30 çalakiyên cuda de herî kêm 99 eskerên Tirk hatin kuştin. Encama gelek çalakiyên gerîla jî nehate tesbîtkirin. Di van çalakiyan de bi dehan wesayitên eskerî hatin rûxandin, gelek malzemeyên eskerî jî hatin desteserkirin. Em çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên meha Adarê bi bîr bixin. Li Bazîdê 9, li Îdirê 8 esker Li herêma Demîrkapi ya navçeya Agiriyê Bazîdê, artêşa Tirk 3’ê Adarê dest bi operasyonê kir. Hêzên gerîla dor li eskerên Tirk girt û 4’ê Adarê li wan da. Li gorî daxuyaniya HPG’ê 9 eskerên Tirk li vir hatin kuştin ku yek jê fermandarekî yekîneyê ye. 6’ê Adarê li nêzî Deriyê Sînor ê Dîlûcû yê Îdirê, gerîlayan li dijî wesayiteke eskerên Tirk çalakiya sabotajê kir. Wesayit teqiya û 8 eskerên tê de hatin kuştin. Li Şirnexê 15 esker li Îdirê jî kontrayek Roja 8’ê Adarê li navçeya Aralik a Îdirê li nêzî Deriyê Sînor ê Dîlûcû komeke kontra ku rêya ewlekariyê çêdikir, bû hedefa gerîla. Di encamê de kontrayek hat kuştin. 8’ê Adarê li mintiqa Bêrmi ya herêma Findikê ya çiyayê Gabarê, gerîlayên YJA Starê ji du aliyan ve li yekîneyên operasyonê xist. Di çalakiyê 4 esker hatin kuştin. 10’ê Adarê gerîlayên YJA Starê li 4 wesayitên zirxî yên eskerî di navbera Şirnex û Îkîzceyê de xist. Li vir 11 esker hatin kuştin, eskerek jî birîndar bû. Li Bazîdê 26 esker hatin kuştin 12’ê Adarê li geliyê Birnê Ruto yê nêzî gundê Kulê yê navçeya Bazîd a Agiriyê, gerîlayan du wesayitên eskerî yên ku personelên îstîxbaratê tê de bûn teqandin. Êvara heman rojê wesayîteke kîrpî ya li ser rêya bi qada Demîrkapî ve diçû hate rûxandin. Di çalakiyan de 26 leşker hatin kuştin ku kontra û personelên îstîxbaratê jî tê de bûn. Li Bradostê 17 li Gabarê 1 15’ê Adarê li mintiqa Bradostê li girê Masîroyê gerîlayan li leşkerên Tirk xist û 8 esker kuştin. Heman rojê li navçeya Basan a Şirnexê li dijî tabûra Findikê di çalakiyekê de eskerek hat kuştin. 16’ê Adarê li mintiqa Bradostê gerîlayan li eskerên dixwestin biçin ser girê Partîzanê xist û 2 eskerên Tirk kuştin. Heman rojê li girê Masîro bi çalakiyekê gerîlayan 7 esker kuştin. 17’ê Adarê gerîlayan li qereqola Serêkanî ya navçeya Bazîd a Agiriyê xist û 4 esker kuştin. 18’ê Adarê geriyalan bi çalakiyeke li dijî tabûra Milê Gurya ya navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexê, 2 esker kuştin, 6 jî birîndar kirin. Li qada Çiyayê Bizina yê Çiyayê Gabarê jî di du çalakiyan de 3 eskerên Tirk hatin kuştin. 19’ê Adarê li Girê Masîro di çalakiya gerîlayan de 2 eskerên Tik hatin kuştin. Heman rojê li qada Mêrgelo ya Bedlîsê, gerîlayan eskerek kuşt, 4 esker jî birîndar kirin. Newroza çalakiyan 21’ê Adarê li tepê Xwedê yê navçeya Şemzînanê, gerîlayan 2 eskerên Tirk kuştin. 22’ê Adarê li qada Şêx Cuma ya Bedlîsê gerîla bi du çalakiyan eskerek kuşt, yek jî birîndar kir. 23’ê Adarê gerîlayan eskerên Tirk ên ji girê Şundirê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê ber bi geliyê Deştanê ve diçûn, kirin hedefa çalakiya sabotajê û gelek esker kuştin. 28’ê Adarê wesayiteke kontra tê de ji qereqola navbera gundên Kendalokê û Alyawa yên navçeya Geverê derket, bû hedefa gerîla û 6 kontrayên tê de hatin kuştin. 29’ê Adarê li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê di du çalakiyên cuda de herî kêm eskerekî Tirk hate kuştin.
Li Amedê 8 esker hatin kuştin Piştî ku da zanîn di çalakiyên gerîlayan ên Adarê de herî kêm 99 eskerên Tirk hatine kuştin, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke din diyar kir ku hêzên wan li Amedê li dijî wesayîteke eskerî çalakiyek li dar xistiye û di vê çalakiyê de wesayît îmha kiriye. Di encama vê çalakiyê de 8 esker hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiya gerîlayan a li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê da zanîn ku 29’ê Adarê saet 13.30’î, gerîlayan di navbera Hezroya Amedê û benda kontrolê ya Hordofê wesayîteke eskerî ya Kobra ya artêşa Tirk a dagirker bi çalakiyekê îmha kiriye. Di çalakiyê de wesaît bi temamî şewitî û tesbîtkirî 8 esker hatin kuştin. HPG´ê wekî din da zanîn ku heman rojê di encama êrişa helîkopter û balefirên bê mirov de ya ku 3 rojan dewam kir, gerîlayên bi navê, Akîf Bagok (Diyar Gumuşay) ê li Mêrdînê ji dayik bûyî, 29’ê Adara  2018´an li Amedê jiyana xwe ji dest da, Rêber Andok (Ali Tekîn) ê li Amedê jidayikbûyî, 29’ê Adara  2018´an li Amedê jiyana xwe ji dest da, Tekoşer Cûdî (Idrîs Ûzkaş) yê li Şirnexê ji dayik bûyî, 29’ê Adara  2018´an li Amedê jiyana xwe ji dest da. ANF / BEHDÎNAN
paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.