Êvara 1’ê Cotmehê li Serêkaniyê li Navenda Çand û Hûnera Waşûkanî belgefîlm hat nîşandan û bi sedan kes ji bo temaşekirinê lê amade bûn.“Bihuşta Min” li ser çend hevalên dibistanê hatiye çêkirin ku derhêner bi xwe jî di nav de çîroka ciwanên 20 sal berê ji ber rejîma Baas ji Serêkaniyê koçî Ewrûpayê kirine. Ew di belgefîlmê de vedigere bajarê xwe û li hevalên xwe digere ku her yek ji wan çûbû cihekî; yek ji wan jî şehîd Abid Xelîl Hevserokê Meclisa Gel a Serêkaniyê bû.Di belgefilmê de tê naskirin ku bi riya wan hevalan, jiyana hevbeş a bajarê Serêkaniyê tê pêşkêş kirin. Piştî nîşandayînê bi beşdariya derhêner Ekrem Heydo gotûbêj çêbû, temaşevanan li ser belgefîlm dîtinên xwe anîn ziman. Derhêner Heydo dibêje ku çîroka vê belgefilmî ew e ku rastiya jiyana hevbeş a Serêkaniyê derdixe pêş.

Li Festîvala Duhokê jî xelat girtibû
Ekrem Heydo soz da temaşevanan ku ew ê di demên pêş de belgefilman li ser berxwedana Rojava û Serêkaniyê amade bike.
Belgefîlma “Bihuşta Min” 104 deqîqeyî meha borî li Festîvala Duhokê xelat girtibû û yekemîn car li Serêkaniyê hat nîşandayîn.

SERÊKANIYÊ