Bendavên ku li ser Geliyê Mûnzûrtê temam bûne û her wiha yên ku tên plankirin çê bibin û her wiha santralên hîdroelektîk û ji ber germahiya global, xwezaya Mûnzûrê û bi taybet jî cureyên nebatan  bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. rêveberê Dildarên Parastina Xwezaya Dêrsîmê Haydar Çekînkaya diyar kir ku cureyên nebatên endemîk ku xwedî girîngiya tibbî û endustriyelin, ligel ku di nava sînorên Parqa Netewî de ye jî bi xetereya ava bendavan û kaçaxvaniya nebatan re rû bi rû ne. Çetînkaya anî ziman ku cureyên nebatên li Çiyayê Mûnzûrê bi cureyên nebatan yên Îngîlîstan û Hollandayê re wek hevin. Çetînkaya bi lêv kir ku 50 cureyê nebata ku li cîhanê tenê li Geliyê Mûnzûrê şîn dibe, ligel ku di bin parastinê de ye jî di bin xetereyê hene û got ev nebatênku pir kêm tê dîtin tenê li Mûnzûrê şîn dibin.

Çetînkaya di berdewamiya axaftina xwe de got: “Geliyê Mûnzûrê ji ber dewlemendiya xwe ya nebatan qadeke girîng ya nebatan a welat pêk tîne. Erdnîgariya Dêrsîmê di alî cureyên biyolojî de tenê ne li erdnîgariya Anatolî û Kurd, xwedî floraya herî girîng ya Rojhilata Navîn û Ewropayê ye.  Di salên 1970 û 1980’ê de di lêkolînên hatine kirin de hejmara cureyên nebatên li Dêrsîmê şîn dibin 1513 û  hat tespît kirin ku li cîhanê 43 cure tenê li Dêrsîmê hatine tespîtkiri û her çiqas bi vî awayî di qeydan de cih bigire jî ev dane îro derbasbûna xwe wenda kirine. lêkolîna ku botanîkvan Şînasî Yildirimli û ekîba xwe der barê floraya Dêrsîmê ya di 1980’ê de kirin de tenê Parqa Netewî ya Geliyê Mûnzûrê û Çiyayên Mûnzûrê hundiran.  Li seranserê Dêrsîmê heta niha xebateke berfireh der barê hejmara nebatan de nehatiye kirin. Hejmara cureyên nebatên qeydkirî yên erdnîgariya Dêrsîmê ji yên hinek welatên Ewropayê zêdetire. Di demên dawî de cureyên nû jî xistine bin qeydan. Xebatên bi hevkariya Muzeya Dîrokî û Xwezayî ya Viyana û Zanîngeha Tunceliyê hatiye kirin de fêkiyên xwe yên erênî da.  Wek tê zanînherî dawî 2 cureyên kerengê hat tescîkirin û hejmara nebatên endemîk gihişt 50’yî. Ev geşedaneke girînge.

Cureyên kerengê hatin keşf kirin

etînkaya bi lêv kir ku kaçaxvanên cureyên endemîk yê nehatine tescîlkirin hatine Dêrsîmê û banga hestiyariyê li gel kir û got: “Di demê dawî de bi bandora germahiya global re dê nebatên me di bin bandorê de bimînin. Di rewşa ku guherînên demsalî mayînde biin de hemû cure dê tune bibin. Li aliyê din gelek nebatên nehatine tescîlkirin bi riyên kaçax dibin derveyê welat û li wir diçînin.  Ev nebatên ku aydê virin, wekê ku aydê cihên dinin didin nîşandan. Em li dijî kaçaxvanan gelê xwe hişyar dikin. ev pêkanîna ku bi pereyan tê kirin xizmetê ji erdnîgariya me re nake. Em xwedî erdnîgariyeke dewlemendin. Em xwezaya xwe bi hemû xweşikbûnan didin jiyîn.”


FERHAT ARSLAN/DÎHA/DÊRSIM