Bijî berxwedana Şengalê

Haberleri —

Yuksel Koç: Armanca Mam Zekî Şengalî statuya ji bo Êzîdiyan û Êzîdxanê, û azadiya Kurdistanê û Kurdan bû. Bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan statuya Êzîdxan û Kurdistanê ne mumkin e. Em ê teqez encamê wergirin û bi serkevin.

Piştî şehîdkirina Endamê Kordînasyona Civaka Êzîdî û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden), li seranserê Ewrûpayê çalakiyên protestokirina êrişkariya dewleta Tirk û qirrkirina li dijî Şengalê û Êzîdxanê hatin kirin. Di çalakiyan de şîara “Bijî berxwedana Şengalê” û “Erdoganê Qatil” derketin pêş. Di xwepêşandanan de daxwaza rawestina êrişên qirrker ên dewleta Tirk li dijî Şengalê hat kirin. Di axaftinan de îşaret bi dewra Mam Zekî Şengalî di tifaqa Êzîdiyan û avakirina xweseriya Şengal û Êzîdxanê de derkete pêş û berpirsiyariya hikûmeta Elman ku her destekê dide dewleta Tirk jî nehat jibîrkirin.

Kurdên Misilman, Elewî, Suryanî û Elman bi hev re

Li bajarê Elmanyayê Bielefeldê, li ser banga NAV-YEK û koma Bielefeldê ya Tevgera Jinên Êzîdî ya Ewrûpayê, bi sedan kes 16´ê tebaxê êvarê li pêşiya gara navendî ya Bielefeldê civiyan, û bi sloganên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Erdoganê Qatil” êrişkariya dewleta Tirk protesto kir.

Xizmên Şengalî yên li Bielefeldê jî beşdarî çalakiyê bûn. Pankarta li ser nivîsandî “Divê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê tavilê bên rawestandin” hat hilgirtin. Kurdên Misilman, Elewî û Suryanî û Elmanan jî êriş bi beşdariya xwe ya çalakiyê şermezar kir. Gelek xwepêşandêran ji ber hevkariya Erdogan, PDK û hikûmeta Iraqê ya di vê êrişê de nerazîbûna xwe îfade kir. Xwepêşandêr heta bi Meydana Jahnplatz meşiyan û ji wir careke din vegeriyan ber gara trenê ya navendî ya bajêr û bi sloganên “Bijî Şengal, bijî Êzîdxan” çalakiya xwe bi dawî kir.

Dewleta Elman jî berpirsiyar e

Bi heman armancê li paytexta Elmanyayê Berlînê çalakiî hat lidarxistin. Mîtînga li Brandenburg Tor ku parlamena federal lê ye, bi destê NAV-YEK, TAJE, Meclîsa Jinên Êzîdî a Berlînê, NAV-DEM a Berlînê û Meclîsa Jinan a Berlînê DEST-DAN  hat organîzekirin.

Di mîtîngê de wêneyên Mam Zekî Şengalî hatin hilgirtin, sloganên ‘Şehîd namirin!’, ‘Biji berxwedana Şengale!’ û ‘Erdoganê Terorîst’ hatin gotin.

Nûnera Meclîsa Jinên Êzîdî a Berlînê Nujiyan Gunay êriş weke êrişeke qirrkirinê bi nav kir û got, “Şengal koka Kurdistanê ye. Ew nebe Kurdistan nabe. Bi serketina têkoşîna Êzîdxana xweser û azad wê berisva pêwîst bê dayîn.

Nivîskar û dîrokzan Dr. Nick Brauns, îşaret bi dewra Zekî Şengalî di pêkhatina xweseriya Şengalê de kir û li ser êrişê jî ev pirs kirin, “Kê destûr da Tirkiyeyê? Hikûmeta Iraqê, PDK´ê û hêzên hegemonîk ên li deverê nebin, ev êriş nedikarî pêk were. Dewleta Elman ku her êşwaz destekê dide dewleta Tirk û Erdogan jî ji xwîna rijiyayî, berpirsiyar e.”

Êrişên dagirkeran wê bi ser nekevin

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê jî bi banga tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) û KCDK-E’yê Kurdistaniyan û dostên wan êrişa dewleta Tirk şermezar kir. Çalakiyê li ber gara navendî ya trenan saet 178´an 16´ê Tebaxê dest pê kir. Di çalakiyê de Kurditsaniyan merama xwe bi pankartên li ser wan nivîsandî “Parastina Şengalê parastina insanetiyê ye”, “Azadiya jinên Şengalê Azadiya me ye” îfade kir.  Siyasetvanê Kurd Ferhad Ceger jî di axaftina xwe de got, “Şengal rûmeta mirovahiyê ye. Êrişa li dijî Şengalê, li dijî tevahiya gelê Kurd e. Ev êrişên dagirkeran ên faşîst wê bi ser nekevin. Kurd wê destketiyên xwe ji dest nedin.

Şoreş wê Êzîdxanê biparêze

Li bajarê Elmanyayê Giessenê jî bi organîzasyona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bombebarana balefirên şer ên Tirk û şehîdkirina Mam Zekî Şengalî hat rûreşkirin. Li meydana Kirchenplatzê, Kurdistaniyên ji Giessen, Siegen û Limburgê amade bûn. Li ser navê PYD´ê Îbrahim Yûsiv got, “Ya ku wê Êzîdiyan biparêze, ev şoreş e. Êzîdî bi xwe jî divê xwe nêzî şoreşê bikin.”

Di çalakiyê de sloganên ‘Bimre xiyanet, bimre xayin’, ‘Erdoganê Terorîst’, ‘Doh DAIŞ îro Erdogan’ hatin gotin.

Em ê teqez bi ser kevin

   

Li bajarê Elmanyayê Hannoverê jî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Şengalê bi meşekê hat protestokirin. Kurdistanî, Êzîdî û dostên wan li ber gara navendî civiyan. Di dema meşê de peyam hatin xwendin û di peyama xwe de peyama hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç hat xwendin ku digot, “Siyaseteke ji exlaq dûr, qirêj dimeşînin. Dewleta Tirk û ya Iraqê bi hevkariya PDK´ê Mam Zekî Şengalî qetil kir. Bila her kes bizane, Mam Zekî Şengalî ne tenê heverêyê Êzîdiyan bû, ew hevrêyê tevahiya Kurdan bû. Armanca Mam Zekî Şengalî statuya ji bo Êzîdiyan û Êzîdxanê, û azadiya Kurdistanê û Kurdan bû. Bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalanın statuya Êzîdxan û Kurdistanê ne mumkin e. Em ê teqez encamê wergirin û bi serkevin.

Li seranserê Swîsreyê çalakî hebûn

Li bajarên Swîsreyê Zurich, Cenevre, Basel, Bern, Aarau û Lozanê jî pêncşemê êvarê çalakî hatin lidarxistin û dewleta Tirk û êrişa wê ya li dijî Şengalê hat rûreşkirin. Di çalakiyan de hat gotin, Erdogan û dewleta Tirk dijminatiya li dijî Kurdan li her derî belav kiriye, û hêzên navneteweyî jî bêdengiya xwe dewam dikin. Di daxuyaniyan de hat goton ku çalakiyên Kurdistaniyan wê zêdetir bibin û bang li Kurdistaniyan û dostên wan hatin kirin da ku beşdariya xwe li çalakiyan zêde û xurt bikin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Dixwazin Êzîdiyan bê lîder bihêlin

   

Kurdên li paytexta Rûsyayê Moskovê, êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir.

Kurdên li Moskovê, li Mala Kurdan hatin cem hev û êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir.

Daxuyanî li ser navê Kurdên, li Rûsyayê ji aliyê Rafîka Kamil û Tara Qadir ve hate dayin. Kamil êrişa li ser Şengalê şermezar kir û ji ber şehîdbûna Endamê Koordînasyona Êzîdiyên Şengalê û Konseya Rêveber a KCK’ê, Zekî Şengalî sersaxî ji gelê Kurd û malbata Şengalî re xwest. Kamil got, bi vê sûîqesta li ser Şengalî armanc ew e ku civaka Êzîdî bê lîder bihêlin. Kamil ev êriş weke dewama komploya navneteweyî bi nav kir û got, di vê êrişê de destê Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî heye.

Kamil got, êrişên dewleta Tirk û komkujiyên çeteyên DAIŞ‘ê dewam dikin û bang li Êzîdiyên li Rûsyayê kir ku van êriş û komkujiyan şermezar bikin.

Saziyên gelê Kurd û civaka Êzîdî yên li Rûsyayê jî bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa 15’ê Tebaxê ya li dijî Şengalê şermezar kir.

Heyfa tinekirina DAIŞ´ê dihilîne

Di daxuyaniyê de hate gotin, ew saziyên sivîl ên Kurd van êriş û sûîqestên dewleta Tirk şermezar dikin. Her wiha hate gotin dewleta Tirk ji ber ku Kurdan DAIŞ tine kir, bi van êrişan heyfa DAÎŞ‘ê ji Kurdan hiltîne.

Her wiha rola rêveberiya PDK’ê ya di vê êrîş û sûîqestê de hate destnîşankirin û hate gotin, PDK bi rengekî vekirî li Başûrê Kurdistanê destekê dide gavên Tirkiyeyê û hevkariyê pê re dike. Bang hate kirin ku PDK dev ji ‘xeta xiyanetê’ berde da ku bikeve xeta xizmetê ya ji bo berjewendiyên Kurd.

Herî dawî hate gotin xewna Kurdistana azad û Şengala azad ya Zekî Şengalî ne dûr e.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.