‘Bijî bijî şêrê Kurda’

Haberleri —

Yek ji pêşengên PKK´ê û sazûmankarê Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) Mahsum Korkmaz (Egîd) di 15’ê Tebaxa 1984’an de berxwedana vejînê bi guleya yekemîn li navçeya Dihê ya Sêrtê teqand û navê gelê Kurd ji nû ve di nav rûpelên dîrokê de da nivîsandin. Piştî Egîd guleya yekemîn teqand û diroka lehengiyê da nivîsandin, ji wê rojê heta roja me ya îro bi stran û helbestan tê ziman û di nav fikir û ramanê civakê de maye. 


1987’an stran hat Bakurê Kurdistanê

Strana “Bijî bijî Heval Egîd” li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan, ji aliyê hûnermendên Koma Berxwedan ve li Ewrûpa hat ristin û bû bingehê rêxistina gelê Kurd. Ji ber ku stranên Kurdî li Bakurê Kurdîstanê û Tirkiyeyê qedexe bûn, kesên ku li vê stranê guhdarî dikirin, heta dihatin kuştin, ji ber vê yekê kesî nikaribû kaseta bandên deng a Koma Berxwedan bixe nava sînorên Tirkiyeyê. Lê piştî bi salekê, sala 1987’an cara yekem band bi awayekî qedexe ket nav axa Bakurê Kurdistanê. Hunermendê Kurd ê ku nexwest navê xwe bide, ji Erebistana Siûdî, kaset ji hev de xist, şerîta wê xist nava poşetekê û anî Tirkiyeyê. Kaset li Amedê bi sedan caran hat kopîkirin û kete nava her mal û kolanên bajarên Kurdistanê. Li kasetê bi salan veşartî hat guhdarî kirin. Qêrîna ku bi awayekî qedexe kete nava axa Kurdistanê, îro di her şahî û serhildanê de belav dibe. Piştî wê bi hezaran zarokên Kurd navê Egîd nemir kir. 


‘Stran li ser daxwaza Ocalan hat çêkirin’

Piştî ku Egîd jiyana xwe ji dest da, Ocalan ji Koma Berxwedan re nameyek şand û xwest ku Egîd bi stranan bibe dîrok û neyê jibîrkirin. Koma Berxwedan li ser daxwaza Ocalan, albûma bi navê “Ey Botan” amede kir. Endamê Koma Berxwedanê ku strana “Bijî bijî heval Egîd” bi dengekî xweş anî ziman Hozan Seyîdxan diyar kir ku ew bextewer in ku serleşkerê yekem Egîd kirine sembol û wiha peyivî: “Piştî şahadeta Egîd, Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji me re nameyek şand ku 15’ê Tebaxê û 28’ê Adarê tê de nirxandibû. Ji me xwest ku em wê dîrokê û Egîd bidin jiyîn. Me jî bi derfetên kêm jî be stran hûnandin.” 


BÊRÎTAN ÎRLAN / DÎHA/AMED


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.