Dewleta Tirk Kurdan ji erdên wan dike der û pîlan dike ji bo milîsên tundraw ên Îslamî mekanekî lêmanê ava dike. Em weke saziyên nûnerê miletê Amazîx Moselle Azar, Kanarya Azar (Taknara) û Tamazgha (Parîs) dagirkeriya eskerên Tirk û tundrawên Îslamî rûreş dikin.

Heger em îro gelê Kurd beramberî komkujiyên Erdogan û tundrawên Îslamî tenê bihêlin, û em li ba gelê Kurd cihê xwe negirin, hingê azadiya me hemûyan sibe wê bikeve tehlûkeyê. Têkoşîna miletê Kurd di heman demê de li Bakurê Efrîkayê têkoşîna miletê Amazîx e jî.

Li bajarê Fransayê Metzê Festîvala Filman a Gelê Amazîx a navneteweyî bi rê ve çû. Van rojên filman ên gelê Amazîx (Berberî) ji 21´ê Mijdarê heta 26´ê Mijdarê dewam kir. Filmên ji Misr, Tûnis, Libya, Cezayîr û Fasê hatin nîşandan û gelek derhêner û senarîst di festîvalê de amade bûn. Di dawiya festîvalê de li ser navê saziyên Amazîx deklarasyoneke piştgiriya bi Rojava û miletê Kurd re hat dayîn, dagirkeriya qirker a dewleta Tirk, û bêdengî û destûrdayîna vê dagirkeriyê hat rûreşkirin. Wan bang li NY´yî kir da ku bi erka xwe ya parastin û alîkariyê ji bo Rojava rabe û deklarasyona xwe bi slogana Bijî miletê Kurd û Kurdistan bi dawî kir.

Amazîx ji ber mêhtingeriyên Ereb, Îtalî, Fransî û Ingilîz gelekî dûçarî asîmîlasyonê hatine û li Bakurê Efrîkayê mezintirîn miletê welatê wî dagirkirî ye. Di vê festîvala filman de filmên li ser çand, civak, asîmîlasyona çandî, têkoşîna jinan li dijî desthilatê hatin nîşandan.

Belgefilma li ser hilbijartinên Cezayîrê yên sala 2014´an a derhêner Malek Bensmail hat nîşandan ku peyama wê ya yekê ew bû ku bibêje, azadiya çêkirina nûçeyan tê astengkirin.

Belgefilma bi navê “Azul” li ser jiyana Amazîxên li başûrê Tûnisê ya derhêner Wassim Korbi di roja duyê ya festîvalê de hat nîşandan. Di vê filmê de behsa çanda deqkirinê li nav Berberiyan tê kirin.

Filmeke din a roja duyê ya derhêner Mounia Meddour a bi navê “Papicha” bû. Ev film behsa jinên ciwan ên bedew dike ku li Cezayîrê ji wan re Papicha tê gotin. Film behsa drama xwendekareke zanîngehê piştî darbeya îslamiyên tundraw dike.

Heta jin azad nebe civak azad nabe

Di roja 3´yê ya festîvalê de filma derhêner Caroline Fourest a bi navê Soeurs D’armes (Artêşa Xwişkan) a ku behsa şervanên jin ên Kurd û şerê wan ê li dijî DAIŞ´ê dike, hat nîşandan. Li ser vexwendina Komîteya Amadekar a festîvalê berdevka Dîplomasiya TJK-F (Tevgera Jinên Kurd-Fransa) Hazal Karakuş piştî nîşandana filmê hin rexne jî li filmê girtin û got, filmê behsa wê yekê nekiriye ku jinên li dijî DAIŞ´ê şer dikin PKK´yî û YPJ´yî ne. Hazal Karakuş got, jina Kurd li Rojava pêşengên şoreşa ekolojîk, azadiya jinê û wekheviya mafan a Rojava ne û parêzerên wê ne. Wê got, miletê Amazîx ê ku ketiye ber aşê asîmîsasyonê û rastiya miletê Kurd dişibe hev û rizgarî jî bi têkoşîneke hevpar a miletên bindest mumkin e. Hazal Karakuş gotina Ocalan a “Heta jin azad nebe civak azad nebe” bi bîr xist û axaftina xwe bi slogana Jin Jiyan Azadî bi dawî kir.

Di roja dawiyê ya festîvalê de saziyên miletê Amazîx deklarasyonek bi sernavê “Hovîtiya Kurdan dike hedef divê tavilê bi dawî bibe”. Di deklarasyonê de qirkirina etnîk û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên bibîrxistin û tê gotin, “Qirkirina jinan û qirkirina etnîk a Erdoganî li Rojava dewam dikin. Beramberî van bêdengiya navneteweyî û ya li Ewrûpayê heye. Wan beramberî êrişan got, tiştekî em mitaleyan jê bikin nîne û tenê temaşe kir. Miletê DYE´yê bi xwe hay ji meselê heye û bi miletê Kurd serfiraz e. Tirsonekiya Trumpî bi xwe rûmeta Emerîkî êşandiye. Gelê Rojava ji bo ewlekarî û azadiya dinyayê fedakarî kir.

Dewleta Tirk Kurdan ji erdên wan dike der û pîlan dike ji bo milîsên tundraw ên Îslamî mekanekî lêmanê ava dike.

Azadiya me hemûyan dikeve tehlûkeyê

Em weke saziyên nûnerê miletê Amazîx Moselle Azar, Kanarya Azar (Taknara) û Tamazgha (Parîs) dagirkeriya eskerên Tirk û tundrawên Îslamî rûreş dikin. Em DYE ya ku pêşî li qirkirina etnîk vekir û beramberî komkujiyên li dijî gelê Kurd bêdeng ma, rûreş dikin. Em bêdengiya dewletên Ewrûpayê jî rûreş dikin ku naxwazin têkiliyên wan bi Tirkiye û Erdogan re xira bibin.

Têkoşêna miletê Kurd ya azadiyê ye. Ev têkoşîn di heman demê de ya miletên bindest û mêtingeh e jî. Heger em îro gelê Kurd beramberî komkujiyên Erdogan û tundrawên Îslamî tenê bihêlin, û em li ba gelê Kurd cihê xwe negirin, hingê azadiya me hemûyan sibe wê bikeve tehlûkeyê.

Têkoşîna miletê Kurd di heman demê de li Bakurê Efrîkayê têkoşîna miletê Amazîx e jî ku împeryalîzma Ereb-Misilman hewl dide wî tine bike.

Em weke saziyên miletê Amazîx bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî dikin da ku ji bo parastina sînorên Rojava û ji bo misogerkirina alîkariya insanî ya lezgîn ji bo miletê Kurd ê ketî ber êrişên artêşa Tirk, xwe bide ber barê berpirsiyariyê.

Banga me li raya giştî navneteweyî jî ew e ku destekê bidin têkoşîna miletê Kurd û bi her şêwazî pişta wî bigirin. Hêza herî karîger a miletan li dijî împeryalîzmê têkoşîna bi hev re û piştahevgirtin e.

Bijî miletê Kurd û Kurdistan!

Bijî miletê Amazîx!

Bijî Tamazgha (welatê Amazîx)!”

 

 METZ