Li bajarê Swîsreyê Baselê û banliyoya Villeneuve Saint Georges a Parîsê û bajarê başûrê Fransayê Marsîlayayê, bi çalakiyan tecrîd hate protestokirin û berxwedana grevên birçîbûnê hate silavkirin.
Li Baselê ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û grevên birçîbûnê çalakî hate lidarxistin.
Li ser banga Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re li Claraplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de pankarta “Bila daxwazên Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê werin qebûl kirin” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Leyla” û “Terorîst Tirkiye, kujer Erdogan” hatin gotin.
Beşdarî çalakiyan bibin
Li banliyoya Villeneuve Saint Georges a Parîsê, ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtînga Kurdistaniyan bi rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û banga beşdarbûna çalakiya 27’ê Sibatê (îro) ku li Brukeselê tê lidarxistin, hate kirin. Mîtîng bi gotina dirûşmeyan bi dawî bû.
Durûtiya dewletan hat protestokirin
Li Marsîlyayê bi armanca balkişandina ser grêvên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistanî seat 14:00’an li pêşiya nûneritya Herêma Ewrûpa ya Marsîlayê li hev civiyan û pankarta ‘Leyla Guven li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî-nedorveger de ye’ hate hilgirtin û dirûşmeyên li dijî Erdogan û AKP’ê hatin gotin. Di çalakiyê de daxuyaniyek li ser mijarê hate xwendin û banga bihestiyarbûnê li raya giştî ya Ewrûpayê hate kirin, bêdengiya dewletên Ewrûpa û politîkayên durûtiyê hatin protesto kirin.
Piştre heyetê dosyeyek pêşkêş kir. Piştî ku heyet derket dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Leyla’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate gotin.
NAVENDA NÛÇEYAN